Namzetê HDP'ê Guler: Em ê bibin dengê welatê me yê duyem Rojavayê 2018-06-11 09:11:25 STENBOL – Mehmet Guler, bavê Azîz Gulerê ku li Rojavayê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da got: "Em ê di Meclîsê de bibin dengê gel û şoreşgerên li Rojavayê şehîd ketin. Ew der welatê me yê duyem e."  Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Mehmet Guler, bavê şervanê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler ku li Rojavayê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 59 rojan li ser sînor hatibû sekinandin, diyar kir ku ji bo bîranîna Azîz Guler ew bûye namzet.    ‘JI BO BÎRANÎNA AZÎZ'    Guler, anî ziman ku mirina kurê wî tesîreke zêde lê kiriye û ew qet nefikiriye ku di vê pêvajoyê de bibe namzet. Guler, bilêv kir ku hevalên Azîz jê daxwaz kirine ku bibe namzet û got: "Dîsa jî nefikirîm. Gotin, ji bo bîranîna Azîz em bi hin tiştan têkoşînê bidomînin. Min jî got, temam. Û di vê pêvajoyê de ji HDP'ê bûm nazmet. Têkoşîn berdewam e."    Guler, diyar kir ku HDP sozên dane hemû bi cih anîne û got: "Kirinên HDP'ê yên di warê mafê jinan, mafê mirovan, xwendekaran û kesên teqawid bûyî de ji bo namzetiya min bes in. Ji ber ku partiya laz, çerkez, elewî, ermenî û hemû derdoran e. HDP, êdî partiyeke Tirkiyeyê ye. Loma bûm namzet. Lê wekî kurdekî elewî bi cihgirtina di vê partiyê de ez kêfxweş kirim."    ‘ROJAVA WELATÊ ME YÊ DUYEM E'    Guler got: "Em ê di meclîsê de bibin dengê bindestan, kedkaran û karkeran. Em ê di Meclîsê de bibin dengê gel û şoreşgerên li Rojavayê şehîd ketin. Ew der welatê me yê duyem e. Bîranînên Azîz, hevrêyên wî li wir in. Hema bêje me li wir 11 hevrêyên wî veşartin. Me ew neanîn Tirkiyeyê. Ji bo em bibin dengê gel, em ê bitêkoşin."    MA / Muhammet Dogru