Li Enqereyê êrîşî karkerên kurd kirin: Kesekî ji qata 5'an avêtin 2018-06-10 21:24:20   ENQERE – Li Altindagê, komek nîjadperest êrîşî du birayên hev ên li ser înşeatê dixebitîn kirin. Koma êrîşkar, karkerê bi navê Haci Çelîk ji qata pêncan avêt û birayê wî Îsrafîl Çelîk jî derb kirin. Ser, mil û stuyê Çelîk şikestin.      Li Taxa Karpapurçuk a navçeya Altindag a Enqereyê, komeke nîjadperest êrîşî du birayên hev Haci Çelîk (30) û kekê wî Îsrafîl Çelîk (45) ku li ser înşeatê dixebitîn kirin. Li gorî agahiyên bi dest ketin, ji birayên Çelîk ku paqijiya înşeatê dikirin re hatiye gotin ku 'hûn tozê radikin.' Li ser vê herdu bira derdorê şil dikin û wisa paqijiyê dikin. Lê bela dema herdu birayan paqijî dikir yek jê jin 3 kesan êrîşî wan kir. Paşê komeke nêzî 20 kesî yên li derdorê jî êrîşî wan kir. Hat hînbûn ku hin kesên nîjadperest di dema êrîşê de gotine: "Em we li van deran naxwazin. Jixwe hûn kurd in, hûn me nerihet dikin."    Di dema êrîşê de ji koma nîjadperest çend kesan Haci Çelîk ji qata pêncan a înşeatê avêtin xwarê. Di avêtinê de Çelîk ket şaneşîna qata jêrê û bi giranî birîndar bû. Hat hînbûn ku stu, serî û milên Çelîk şikiyane. Çelîk rakirin Nexweşxaneya Diş Kapiyê. Her wiha Îsrafîl Çelîkê ku hat derbkirin jî, li ser piyan hatiye tedawîkirin û paşê hatiye tabûrcîkirin.    Piştî malbata Çelîk û endamên HDP'ê pê hesiyan berê xwe dan nexweşxaneyê. Li baxçeyê nexweşxaneyê çend kesan bi devkî HDP'iyan taciz kir û gotine: "Eger çeka min hebûna min ê we hemûyan bikuştana."    'JI BER KU HDP'Î BÛN ÊRÎŞ LI WAN HAT KIRIN'    Li gorî agahiyên bi dest ketin, herdu bira ji Qersê ne û nêzî 15 salin li heman taxê ne û HDP'î ne. Şahidên bûyerê diyar kirin ku ji ber ku birayên Çelîk HDP'î ne êrîş li wan hatiye kirin.     Polîsên ku hatin cihê bûyerê, ji êrîşkaran tu kes binçav nekirin.