Li Bexda depoya sindoqên dengan şewitî 2018-06-10 17:39:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Bexda ya Iraqê yek ji depoyên sindoqên dengan ên hilbijartina 12'ê Gulanê şewitî.   Li paytexta Bexda ya Iraqê yek ji depoyên sindoqên dengan ên hilbijartina 12’ê Gulanê şewitî.    Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê, diyar kir ku îro piştî nîvro li depoyekî dengan a Komîsyona Hilbijartinê ya Resafa Bexdayê agir derket û hemû sindoqên dengan ên di depoyê de şewitîn.   Wezareta Navxweyî ya Iraqê jî, ragihand ku  tîmên agirkuj hewl dan şewatê bikin bin kontrole. Derbarê sedama şewatê de tu agahiyên zelal nehatin bi dest xistin, lê hatîbû, diyar kirin ku Parlamentoya Iraqê ji ber sextekariyên di hilbijartinê de hatibûn kirin, dê ji nû de hemû deng bihatan hejmartin.