Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin 2024-12-25 10:56:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê yê Kazaxistanê ragihand ku ji balafira ketî 28 kes hatine xelaskirin. Balafira rêwiyan a Azerbaycanê ku sefera Baku-Groznî dike, li nêzî bajarê Aktau yê Kazaxistanê kete xwarê. Hat zanîn ku 67 jê rêwî bi giştî 72 kes di balafirê de bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihand ku herî kêm 28 kesên di balafirê de sax hatine xelaskirin.    Li gorî agahiyên Navenda Krîzan a Wezareta Rewşên Lezgîn daye Sputnikê; 3 zarok bi giştî 27 kes rakirine nexweşxaneyê. Hat zanîn ku ji birîndaran 14 jê rakirine Nexweşxaneya Herêmê ya Magnistavskê û rewşa 5’an jî giran e.    Wezîrê Veguhestinê yê Kazaxistanê jî da zanîn ku di balafirê de 37 hemwelatiyên Azerbaycanê, 16 ên Rûsyayê, 6 ên Kazaxistanê û 3 jî yên Kirgizistanê hebûn. Wezareta Veguhestinê ya Kazaxistanê got ku piştî qezayê Balafirgeha Aktauyê dîsa hatiye vekirin.