Li Buca êrîşî buroya HDP'ê kirin 2018-06-10 14:34:18   ÎZMÎR – Li taxa Goksu ya Bucayê komek kesên nasnameya wan nediyar êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê kirin. Rêveber û dildarên HDP'ê diyar kirin ku ew dê li dijî van êrişan bêtir têbikoşin.    Li Taxa Goksu ya Navçeya Buca ya Îzmirê buroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rastî êrîşê hat. Kesên nasnameya wan nediyar êrîşî buroye kirin û camê buroyê şikandin. Kêma ku cam şikandin alên HDP'ê jî qetandin û avêtin erdê. Rêveberê HDP'ê Turan Aslan, diyar kir ku ew de li dijî van êrîşan bêtir bixebitin.