Li Girtigeha Bolu provakasyona ‘isyan’ê dikin 2018-06-10 13:27:20   MELETÎ - Fahrettîn Tuncel ê kurê wî li Girtîgeha Bolu girtî ye der barê zextên li ser girtiyên siyasî de li ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Tuncel, piştî Girtîgeha Bolu kurê xwe ziyaret kir, diyar kir ku piştî daxuyaniya Serokê MHP'ê Bahçelî a “Îsyan tê derxistin" zextên li ser girtîgehan li dijî girtiyên siyasî zêde bûne.    Piştî daxuyaniya Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî a “Li Girtîgehan îsyan tê derxistin" zextên li ser girtiyên siyasî zêde bû. Piştî zext zêde bûn, Fahrettin Tuncel, li Girtîgeha Bolu kurê xwe ziyaret kir û têkildarî zextên li ser wan li Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê daxuyanî da çapemeniyê. Tuncel, anî ziman ku gotinên ku dê girtiyên siyasî dê “isyan”ê derxin belav dikin û dixwazin rê li pêş provokasyonan vekin. Tuncel, anî ziman ku piştî daxuyaniya Serokê MHP'ê zextên li ser girtiyan zêde bûn û zextan li wan dikin ku îsyanê derxin. Tuncel, da zanîn ku nêzî 11 mehin nikare bi telefonê bi kurê xwe re hevdîtin bike û wiha got: "Çawa ku zarokên me dibêjin "Alo" telefon tê qutkirin. Bi vê yekê jî nayên ser, rêveberiya girtîgehê li ser gotina Devlet Bahçelî a ‘Li Girtîgehan Îsyan tê derxistin" zextan li ser girtiyan zêde dike. Girtiyan teşwîkî provokasyonan dikin. Em bang li hemû gel û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî van lîstikan hestiyar tev bigerin. Bi zanebûn dixwazin li girtîgehan bûyeran derxin. Em dixwazin li dijî van bûyeran tedbîr bên girtin û her kes hestiyar tev bigerin."