Mizrakli: Pêdivî bi aştiyê heye û mîmarê wê jî Ocalane 2018-06-10 12:52:53   AMED/ÊLIH - Namzetên HDP’ê yên Amed û Êlihê di fitarê de bi gel re hatin gel hev. Namzetê HDP’ê Selçuk Mizrakli, di fitarê de axivî û got: “Pêdiviya welat bi aştiyê heye û mîmarê aştiyê jî Ocalan. Ev sê salin dibin tecrîtek giran deye. ”   Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amed û Êlihê, di fitarê de bi gel re hatin gel hev û rastî eleqeyek mezin a gel hatin. Namzet dûre çûn serdana taxan, pirsgirêkên welatiyan gundar kirin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirin.   AMED   Rêxistina HDP’a navçeya Exeniyê, di çarçoveyê hilbijartinê de li Salona Dawetê ya Şadî xwarina fitarê da. Namzetên HDP’ê yên Amedê Musa Farîsoğullari û Selçuk Mizrakli, Hevserokê HDP’a Bajêr Mehmet Şerîf Camcî, Serokê berê yê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî, rêveberiyên HDP, DBP û KCD, Aktîvîstên TJA, nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl û gelek welatî beşdarî fitarê bûn.     ‘EM AMADENE BERSIV BIDIN GELÊ XWE’   Farîsogullari piştî fitarê axivî û wiha got: “Gelê Kurd pir têkoşîn û bedelên mezin dan. Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Hilbijartinek girîng li benda me ye. Benda hilbijartinê anîn ber me. Lê gelê me ji bo vê bendavê derbas bike û birûxîne bi biryare. Hemû destkeftiyên me dizîn. Erdogan tê Amedê, behsa çiqas mirov kuştin dike. Siyaseteke wiha li tu devera cîhanê tuneye. Em ê bersiva herî xurt di 24’ê Hezîranê de bidin wan. Gelê me di heya 25’ê Hezîranê jî sindoqên xwe biparêzin.”   ‘MÎMARÊ AŞTIYÊ OCALANE’   Namzetê HDP’ê Selçuk Mizrakli jî axivî û wiha bilêv kir: “Bila hemû çepikin we lê xistin, ji bo dayîk û jinên bî bin. Di esas de AKP têk çûye. Li pêşiya me demek dirêj tuneye. Weke du hefteyan ma. Em ne westin. Rêya diçe aştiyê pir zor û zehmet. Em dikarin hilbijartinê qezenc bikin. Pêdiviya welat bi aştiyê heye û mîmarê vê aştiyê jî Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalane. Sê salin dibin tecrîtek giran deye. Xeta me tenê dikare welat ji şer û pevçûnan rizgar bike.”   SOFREYÊN SER RÛYÊ ERDÊ HAT DANÎN    Meclîsa Ciwanên HDP’ê li Parka Yunus Emre ya Taxa Yunus Emre ya navçeya Rezanê jî, sofreya ser rûyê erdê danîn. Aktîvîstên TJA’yê jî li Parka Rojna ya li ser Cadeya Musa Anter a navçeya Peyasê sofreya ser rûyê erdê danîn. Li her du cihan jî welatî bi hevre li ser sofreyê rûniştin û fitirîn.    Li navçeya Çinar a Amedê jî, endamên partiyê û namzetê HDP’ê Fahrîoglu Akin çûn serdana mal û taxan.      ÊLIH    Li Êlihê jî, namzetên HDP’ê xebatên hilbijartinê bi rêve birin. Namzetên rastî eleqeyek mezin a gel hatin, çûn serdana gundan û li navenda bajêr bang li dikandar û welatiyan kirin ku beşdarî mîtînga 20’ê Hezîranê ya li Êlihê pêk bê bibin, kirin.    Şaredariya Bajaroka Balpinar a DBP’ê di çarçoveya bernameya fitarê de xwarin da û namzetên beşdarî fitarê bûn, dûre beşdarî vekirina avahiya şaredariyê ya nû bûn.    JI CIWANAN ŞAHÎ   Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Êlihê jî, li Lokala Hilbijartinê ya Navendê şahê pêk anî. Di şahiyê de ciwanan diyar kirin wan bi ciwanî dest pê kir, ewê bi ciwanî qezenc bikin.