2 kes li Ceyhanê hatin girtin 2018-06-10 12:45:55   EDENE - Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê ji 8 kesên ku bi sedema li ser medya civakî peyam belav kirine jê 2 kes hatin girtin.    Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê bi sedema ku li ser medya civakî peyam belavkirine 8 kesên bi navê Mehmet Emin O., Omer B., Vakkas B., Îslam N., Burhan E , Mehmet Mustafa D., Metin B. û Bariş S. hatibûn binçavkirin û biribûn Midûriyeta polîsan a Ceyhanê. Piştî lêpirsînê sewqî Edliyeya Ceyhanê kirin. Dozger piştî îfadeya 8 kesan girt, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" sewqî dadger kirin. Dadger 6 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan û der barê Omer B. û Îslam N. de biryara girtinê da û şand girtîgehê.