Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin 2024-12-23 13:20:49 ENQERE - Li gorî rapora CHP’ê ya têkildarî qeyûman, heta niha li 154 şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin û vê rewşê bandor li 11 milyon û 202 hezar û 496 hilbijêran kiriye.  Partiya Gel a Komarê (CHP) rapora “Mudaxileya qeyûman a îktîdarê: Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de gefên li ser demokrasî û destûra bingehîn” eşkere kir. Rapor, li ser malpera înternetê ya CHP’ê hate weşandin û li ser bandora sepana tayînkirina qeyûman a piştî 15’ê tîrmeha 2016’an ketiye meriyetê sekinî.    BANDOR LI 11 MILYON KESAN KIR   Di raporê de hat gotin ku ji sala 2016’an heta niha 154 caran qeyûm li şaredariyan hatine tayînkirin, bi 26 caran bajarê herî zêde qeyûm lê hatine tayînkirin Amed e, Wan bi 23 caran re di rêza duyemîn de cih digre. Di raporê de hat diyarkirin ku sepana tayînkirina qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar û 496 hilbijêran kiriye.    Hat daxuyandin ku 49 şaredarî beriya hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an bi destê qeyûman dihatin birêvebirin, ji van şaredariyan 9 jê ketine destê AKP-MHP’ê. Hat destnîşankirin ku Şaredariya Qersê beriya hilbijartinê bi destê qeyûm dihat birêvebirin û di hilbijartinê de ketiye destê AKP-MHP’ê lê “di hilbijartinê de hilbijêrên li bajar hatin veguhestin û nelirêtî hatin kirin.” Bi domdarî hat gotin ku tevî giliyên di vê mijarê de jî tu gav nehatine avêtin.    MÎNAKA ESENYURTÊ Û NAKOKIYÊN MAKEZAGONΠ   Di raporê de tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê jî bi berfirehî hate vegotin. Hat gotin ku Şaredar Ahmet Ozer di 30’ê Cotmehê de ji peywirê hatiye girtin û cîgirê waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, Aksoy rayeyên meclisê bi awayekî derhiqûqî dewrî memûran kiriye. Hat gotin ku sepana qeyûm û xalên 2, 5, 123 û 127 ên Destûra Bingehîn hev nagirin.    Di raporê de her wiha rexneyên Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî sepana qeyûman de jî cih girtin. Ji bo bidawîkirina sepana qeyûm, ji bo îktîdarê 6 pêşniyar hatin kirin. Hat xwestin ku şaredarên derheqê wan de hukma teqez tune ye tavilê li peywira wan bên vegerandin.