Jinên rastî êrîşê hatin: Em ê bi heman coşê xebatên xwe bidomînin 2018-06-10 12:03:18   ENQERE - Jinên li Enqereyê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi rêve dibirin ên rastî êrîşa polîsan hatin, gotin “Çi dixwazin bila bikin. Em ê dîsan bi heman coşê belavokan belav bikin. Em ji 24’ê Hezîranê bi hêvîne. Dê jin qezenc bikin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî li Enqerê starta hilbijartinê da û şûn de her roj xebatên wê ratî êrîş û tundiyê tên. HDP’î gelek caran rastî êrîşên komên faşîst û polîsan tên, lê ligel hemû êrîş û tundiyan jî dest ji xebatan bernadin û bi heman coşê xebatan bi rêve dibin. Dîsan di 7 Hezîranê de namzeta HDP’ê Emîne Kaya û 2 jinên pêre rastî tundiya polîsan hatin. Jinan êrîşa rastî wan pêk hat vegotin.   ‘HEZIM NAKIN’    Namzeta HDP’ê ya Enqerê Emîne Kaya, diyar kir ku ev êrîş ne nû ne û wiha axivî: “Berê jî êrîşî me kirin û di 7’ê Hezîranê de ev êrîş veguherî tundiya fîzîkî. Ligel hemû astengiyan me bi aqlê jinê alternatîfên nû avakirin. Ji ber vê yekê hebûn jin û ciwanan a di HDP’ê de hezim nakin. Bi awayekê bi coş li ber stranên hilbijartinê du hevalên me yên jin belavok belav dikin. Ji nişkêve polîsan her du hevalên me yên dehf dan. Min ji polîsan re got ‘hûn nikarin wisan li jinekê bikin.’ Polîsan jî gotin ‘Em polîsin, em dewletin, em çi bêjin hûn neçarin wê bikin.’ Welatiyên dixwazin bên stanta me polîs wan asteng dikin. Jinên ku dîtin polîs tundiyê li me dikin, gotin ‘Ji bo we înat emê dengê xwe bidin HDP’ê. Dê jin qezenc bikin.’ Îro em li şûna Fîgen Yuksekdag, Çaglar Demîrel û Gulser Yildirim li vê derê ne. Ger dê li welat û cîhanê hin tişt bên guhertin, dê bi jinan bê guhertin. Em bang li hemû jinan dikin ku werin em bi aqlê jinê û piştevaniya jinê bi hevre biguherînin.”    ‘HERÎ ZÊDE JI JINAN DITIRSIN’   Ecem Polat a ji pişta xwe derp ji polîsan xwar jî, anî ziman ku wan ji roja stant vekir û şûn de rastî êrîş û tundiyê tên. Polat, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Me li ber stranan dans dikir. Ew dixwazin em ji konê stantê dernekevin. Tim me hişyar dikin, mûdaxileyê me dikin û gefan li me dixwin. Polîsan kulm li pişta min dan û ez bi ser hevala xwe de ketim. Gava min ji wan re got hûn çi dikin? Ez dehf dam. Bi vê yekê nîşandan ku herî zêde ji jinan ditirsin. Ew jî baş dizanin êdî jinan parastina xwe ya çewherî avakirine. Ji ber vê dixwazin me bê deng bikin. Cihên ku ew dixwazin em terk bikin, em ê tu carî terk nekin.  Ji xwe me ji wan re jî got ‘Emê tu carî kolan û qadan terk nekin.’ Em li ser navê bi mîlyonan jinan li wê derê radiwestin. Heya ew me fam bikin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   ‘DÊ JIN QEZENC BIKIN’   Gîzem Altunoz jî, destnîşan kir ku polîs qet mûdaxileyî partiyên din nakin û wiha bilêv kir: “Roja bûyerê ez rastî tundiya polîsan hatim. Piştî êrîşê jî me qet motîvasyona xwe xerab nekir. Berevajî me bi tilîlî û gerandina guvendê belavokên hilbirjatinê belav kirin. Jinên îro cihê xwe di stantê de digirin, di heman demê de ew jinin ku li kolanan jî li ber xwe didine. Ji ber vê tehemûl me nakin. Lê vîna me pir bi hêze. Çi dixwazin bila bikin. Em ê dîsan bi heman coşê belavokan belav bikin. Em ji 24’ê Hezîranê bi hêvîne. Dê jin qezenc bikin.”