Ji bo Siyasetmedarê kurd Penahî kampanya 2018-06-10 11:45:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê, biryar dabû ku girtiyê siyasî yê Kurd Rehîm Hisên Penahî, piştî cejnê darve bike. Bertekên li hemberî vê biryarê zêde dibin.   Rejîma Îranê, heta niha gelek siyasetmedar û kesayatiyên Kurd darve kirin. Der barê gelek siyasetmedaran de jî biryara darvekirinê da. Yek ji girtiyê siyasî ku der barê wî de biryara darvekirinê daye Ramîn Hisên Penahî ye. Rejîmê biryara dabû ku Penahî piştî cejnê bi darve bike. Li hemberî vê, li ser tevna civakî kampanyaya bi navê #RahimHosseinpanahi #SosRahim hastag hat destpêkirin, li Rojhilatê Kurdistan û çar aliyên cîhanê deng veda. Ji bo rawestandina darvekirina Penahî li Rojhilatê Kurdistan û çar aliyê cîhanê bang û çalakî pêk tên.     Ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Penahî, li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvanên xwestî ku darvekirina Penahî bê rawestandin, dirûşmeyên “Em bibin dengê penahî!”, “Ji darvekirina Penahî re na!” hatin berzkirin.  Çalakvanan pankartên “Azadî Ji bo girtiyên siyasî”, “Em darvekirinê naxwazin” vekirin. Rêveberên girtîgeha Sineyê, di 19’ê Gulanê de ji malbata Penahî re ragihandibûn ku wê piştî cejnê Penahî darve bikin.