Li ser giliyê HDP'ê posterên Erdogan rakirin 2018-06-10 11:35:53   AMED - Lijneya Hilbijartina Navçeya Rezan, li ser serlêdana HDP'ê ya Bajarê Amedê, biryar da ku posterên Namzetê Serokomariyê yê AKP'î Erdogan ku li ser rêya sereke ya Rihayê hatine daliqandin rakin.    Beriya referandûma 16'ê Nîsanê li ser kolana Sereke ya ji Amedê diçe Riha û gelek kolanên navendî yên navçeyên navendî yên Amedê posterên Namzetê Serokomariyê yê AKP'ê û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan hatibûn daliqandin. Gelek poster bi destê walîtiyê û gelek poster jî bi destê qeyûmê hatibûn daliqandin. Ji ber ku ev wêne bûn sedema bertekan Rêxistina HDP'ê ya Amedê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Rezan da û xwest wêneyên Erdogan yên li ser Rêya derdorê yên diçin Xarpêt, Riha bên karin. Wêneyên Erdogan beriya ku Erdogan di 3'ê Hezîranê de bê Amedê hatibûn nûkirin.    Rêxistina HDP'ê bi sedema li gorî zagona hêjmar 298 a “Hikmên Bingehîn ên Hilbijartinê û Qanûna Mafê Kutukên Hilbijêr" tê îhlalkirin, ji Lijneya Hilbijartinê ya Rezan xwest ku rakirin. Lijneya Hilbijartinê ya  Navçeya Rezan jî biryar da ku posteran rakirin.