Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê hatin protestokirin 2024-12-22 15:41:34 MÊRDÎN - Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatin protestokirin.  Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 10’an de berdewam kir. Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat domandin.  Ji saetên serê sibehê ve gelek welatî hatin gel hev û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, "Rojava rûmeta me ye” û “Rojava dilê me, berxwedan karê me ye” berz kirin. Çalakvanan, pêşmalkên bi nivîsa “Na ji şer re”, “Bijî berxwedana Rojava" û “Rojava rûmeta me ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de stranên berxwedanê hatin gotin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin û êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Her wiha çalakvanan qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî şermezar kirin.