Iraqê li dijî Kerkukê dest bi operasyonê kir 2017-10-16 08:39:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera hêzên pêşmerge û komên Heşdî Şebî yên girêdayî artêşa Iraqê de pevçûnên dijwar rû didin. Li gor agahiyên ji herêmê tên, hêzên pêşmerge ji gelek deveran vekişiyane û milîsên Heşdî Şebî ketine navenda Kerkûkê. Bi hezaran welatiyan cih û warên xwe terk kirine û ber bi Silêmaniyê û herêmên din ve koç dikin.   Aloziya di navbera hêzên çekdar ên Iraqê û pêşmergeyan de saet nêzî 02.30’î veguherî pevçûnan. Hat ragihandin ku di pevçûnên li bajaroka Xurmatû ya Kerkûkê û navçeya Dûzxurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahedîn de her du aliyan jî windahiyên giran dane. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, hêzên pêşmerge ji gelek deveran vekişiyane. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên pêşmerge ji navçeya Dûzxurmatû heta Keyvan û taxa Rahîmawa ya navenda Kekûkê qadeke berfireh berdane û vekişiyane. Ji  ber aloziya şer ya zêde hinek xelkên medenî bi armanca parastinê cihê xwe terk kirine û ber bi cihên bi ewle ve çûne.    BI ÇEKÊN DYA ÊRÎŞÎ PÊŞMERGEYAN KIRIN   Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku hêzên Heşdî Şebî yên girêdayî Îranê û hêzên Iraqê li başûrê Kerkûkê û Xurmatû bi çekên Amerîkî êrişî pêşmergeyan kirin. Di daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin; "Hêzên Iraqê û Heşda Şebî yên ser bi Îranê  li başûrê Kerkûkê, Xurmatû û Meryem Begê li çendîn eniyan ve bi hummer û çekên Amerîkî êrîş kirine ser pêşmergeyan, ji bo destdanîna li ser serbazgeha K 1 û bîrên petrolê.” Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku ji aliyê pêşmergeyan ve 5 hummerên Amerîkî yên ji aliyê Heşdî Şebî ve dihatin bikaranîn hatine rûxandin.  Piştî êrîşa ku Heşdî Şebî duh bi şev li hember Kerkûkê pêk anî, gerîlayên HPG’ê û YJA Star û gelê dildar li navenda Kerkûkê ji bo parastina gel xeta parastinê ava kirin.   HPG û YJA STARÊ XETA PARASTINÊ AVA KIR   Li ser êrîşa hêzên Heşdî Şebî ya li hember bajarê Kerkûkê ku hêzên pêşmerge bajêr berdan û vekişiyan, gerîlayên HPG’ê û YJA Star û gelê dildar li navenda  Kerkûkê ji bo parastina gel xeta parastinê ava kirin. Hat ragihandin ku li navenda bajêr pevçûn dest pê kiriye. HPG'ê bang kir ku bila ciwanên xwebexş bikevin nav tevgerê û got: "Ji bo parastina Kerkûkê werin çeperên me."