Li Êlihê bayê ‘sifir pênc’ 2018-06-10 09:17:43   ÊLIH - Namzetên HDP’ê yên Êlihê xebatên hilbijartinê berdewam dikin û li her qada diçinê bi dirûşmeya “Êlih sifir pênc” tên pêşwazî kirin. Ji namzetên HDP’ê Şukru Baytar, diyar kir ku biryardariya bi gel re, hêvî dide wan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê bi berbanga sibê re dest bi xebatên hilbijartinê dike. Xebatkar û nemzetên HDP’ê serê sibê bi tevlîbûna civîna rojeva hilbijartinê re dest bi xebatan dikin, derî bi derî digerin û piştgiriyê ji gel dixwazin. Namzet, di hemû serdanên xwe de rastî eleqeyek mezin a gel tên û welatî tim bi dirûşmeya “Êlih sifir pênc” namzetan pêşwazî dikin. Li bajêr hemû kes wisan difirin. Namzetê rêza 5’emîn a Êlihê Şukru Baytar, diyar kir ku ji bo serkeftina HDP’ê mal bi mal digerin û xebatên hilbijartinê bi tempoyek xurt berdewam dikin.    'BIRYARDARIYA GEL HÊVÎ DIDE ME'   Baytar, dinavbera salên 2014 û 2016’an de Serokê Şaxa MEYA-DER a Êlihê ku bi KHK’ê hat girtin bû û piştî sazî hat girtin, ligel gel hemû êrîş û astengiyan cardin têkoşîn û xebata xwe berdewam kir. Baytar, anî ziman ku bawer dike ku gelê Êlihê pênc parlamenterên HDP’ê derbixîne û wiha got: “Em dibêjin dê li Êlihê pênc wekîl derbikevin. Li her qada em diçinê gelê Êlihê bi dirûşmeya ‘Êlih sifir pênc’ em pêşwazî dikin. Gel bi biryare û ev biryardarî hêvî dide me.”    'MORALÊ GEL PIR BILINDE’   Baytar, bal kişand ser hatina Serokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ya Êlihê jî û wiha bilêv kir: “Hevdîtina Temellî ya bi gel re nav û deng da. Ji ber vê yekê em dibêjin sifir pênc. Gava em dadikevin taxan û belavokan belav dikin, gel li dora me kom dibin û hewayekê mîtîngê tê avakirin. Moralê gel pir bilinde. Em kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund digerin.  Em dinava gelê xwe dene. Gelê me pir bi kelecan û mole. Li dijî tifaqên faşîst û netewperest şerê psîkolojîk bi rêve dibe. Hemû saziyên dewletê xizmeta AKP’ê dikin. Lê di rastiyê diviyabû ev sazî xizmeta gel bikin. Lê sed mixabin îro dewlet ketiye ber destê AKP’ê.”    Baytar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger em bên hilbijartin û neyên hilbijartin jî, ji bo êşên dayîkan bi dawî bibin û aştiyek meyîn de bê avakirin, emê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin.”