Bang li hembajariyên xwe kirin: Ji bo siberoja xwe deng bidin HDP'ê 2018-06-10 09:04:45   STENBOL - Li Stenbolê hin komele û federasyonên cuda ku ji bo 24'ê hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê bang li hembajariyên xwe kirin û xwestin ji bo siberojek aram û aştî dengê xwe bidin HDP'ê. Nûnerên saziyan xwestin zilma di 3 salên dawî de hatiye kirin bînin ber çavên xwe û ji bo dawî li vê zilmê bînin û bêjin bes e dengê xwe bidin HDP'ê.    Kurdên ku di serdemên cuda de û ji ber sedemên cuda ji bajarên cuda koçî Stenbolê sirin û li Stenbolê bi cih bûne, ji bo mafê xwe yê civakî û siyasî biparêzin û şewirmendiya xwe xurt bikin gelek komele û federasyon ava kirin e. Nûnerên komele û federasyonên cuda ku ji bo xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê piştgirî dan HDP'ê, bang li hembajariyên xwe kirin û xwestin ji bo pêşerojek aram û aştî dengê xwe bidin HDPê. Serokên komeleyan bang li hembajariyan kirin û xwestin dengê xwe bidin HDP’ê.    KOMELEYA VAN-ÇATAKIYAN: YAŞATÎ JI BO DENG BIDIN HDP’Ê BES E   Serokê Komeleya Van-Çatakiyan Şeref Yildiz, diyar kir ku kurd û gelê Tirkiye êdî divê ji vê rêveçûna AKP'ê re bêjin bes e û dengê xwe bidin HDP’ê. Yildiz, bal kişand ser şaredariyên ku DBP'ê bi dest xistibûn û xwest her kes vê yekê ji bîr neke. Yildiz, anî ziman ku ew mirovê wê herêmê ne û wiha got: "Ger ku hilbijartin şertekî demokrasiyê ye wê demê divê di nava demokrasiyê de pêk bê û her kes erka xwe ya demokrasiyê bîne cih. Gelê Wanê bê hiqûqî û neheqi qebûl nekir. Divê ji niha û şûnde jî vê zilmê qebûl neke. Divê pêkanînên AKP'ê yên 3 salên dawî bînin ber çavên xwe û dengê xwe bidin. Ji bo dengê xwe bidin HDP'ê gelek sedem hene. Kesên alîgirê aştî û çareseriyê divê teqez di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin xwe. Ger ku aştî, aramî û wekheviyê dixwazin divê her kes cîranê xwe îkna bike.    KOMELEYA PIŞTEVANIYA ERZIROMIYAN: ÊDÎ EM JI VÊ RE BÊJIN BES E'   Serokê Komeleya Piştevaniya Civakî ya Gund, Navçe û Bajarê Erziromê Fahrettîn Ulgun jî xwest gelê kurd ji vê rêveçûnê re êdî bêje bes e. û rê li pêş vê rêveçûna înkarê bigire. Ulgun, da zanîn kuheta niha îktîdarê xwe li ser pişta wan xwedî kir û ew ji vê yekê re dibêjin êdî bes e û wiha got: "Ji bo biratî, aştî, aramî û dawî li vê zilmê bê divê her kes bêje bes e. Gelê kurd êdî zane  û hişyar bûye. Divê li gorî wê tercîha xwe bike. Divê êdî gelê Erziromê neyê xapandinê Erdogan ku bi kuranê û olê îslamê mirovan dixapîne. Divê her kes li dijî polîtîkayên AKP'ê yên ku dibêjin kurd tune û êrîşî kurdan dike li dora HDP'ê bibin xelek.    FEDERASYONA KOMELEYÊN MÛŞÊ: LI DIJÎ ÎNKARA ZIMAN Û KUŞTINA JINAN; HDP   Serokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakim Tokmak jî diyar kir ku gelê Mûşê dê ji bo aştî aramî û biratiye dengê xwe bidin HDP'ê û wiha got: "Her kes dikare xwe di nava HDP'ê dexwe îfadebike. Divê hemû bawerî û nasnameyên cuda dibin banê HDP'ê de kom bibin.    FEDERASYONA ÊLIHÎ: JI BO BIRATÎ Û DEMOKRASIYÊ DENG BIDIN HDP’Ê    Serokê Komeleya Kozlukê û Cîgirê Serokê Federasyona Komeleyên Elihê Kozluklular Ercan Ozel jî anî ziman ku gelê Êlihê hem ji ber pirsgirêkên aborî û hem jî ji ber zextên hikûmetê koçî Stenbolê kirine û wiha got: "Em li Stenbolê dijîn. Lê dîsa em neheqiyên li Êlih û bajarên din ên kurdan pêk tên dibînin û dijîn. Ger ku li wir kevirek li yekî bikeve em bêzar dibin. Îro hemû siyaset li ser înkara kurdan pêş dikeve. Divê êdî hemû kurd vê yekê zanibin. Divê em bibin yek û benda li pêş HDP’ê bişkînin. Em neheqiya li ser HDP'ê û Namzetê Serokomariyê yê HDPê Demîraş qebûl nakin. Em bang li gelê Êlihê û hemû gelê kurd dikin ku di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin xwe.    FEDERASYONA KOMELEYA MÊRDÎNIYAN: RENGÊ HDP’Ê RENGÊ HEMÛ TIRKIYE YE   Endamê Rêveberiya Federasyona Mêrdînê Serokê Komeleya Keferze ya Mêrdînê Îrfan Demirtaş jî anî ziman ku hilbijêra wan HDP ye û wiha got: "Partiya herî zêde rastî zilmê hatiye û namzetê wan ê Serokomariyê girtî ye HDP ye. Wekîlên me û siyasetmedarên me îro girtî ne. Em xerakirina Nisêbîn, Cizîr û Geverê ji bîr nakin. Em dibêjin HDP. Ji ber ku HDP rengê hemû Tirkiye ye. Em bang li hemû gelê Mêrdîn û gelê Tirkiye dikin ku dengê xwe bidin HDP’ê.   FEDERASYONA KOMELEYÊN QEREQOÇANÊ: KURT JI VÊ SIYASETÊ NE KÊFXWEŞ IN   Endamê Federasyona Komeleyên Qereqoçanê ya Xerpêtê Alî Edebalî jî diyar kir  ku hemû kurd sirgûnî bajarên metrepolan kirin û xwest êdî ji vê siyaseta heyî re bêjin bes e û dengêx we bidin HDP'ê.    MA / Necla Demir - Melike Ceyhan