Li Hatayê hedefa HDPê 3 wekîlin 2018-06-10 09:03:09   HATAY - Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sultan Başaran, diyar kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de qezenc bikin û got: “Em ê ligel hemû tiştî di vê hilbijartinê de 3 wekîlan derbixin û bişînin Meclîsê.”   Hatay ku weke paytexta şaristaniyê tê zanîn, yek ji bajarên herî zêde ji şerê Sûriyeyê bi bandor bû. Pirsgirêka herî bingehîn a Hatayê, bêkarî û koçeberên ji Sûriyeyê li wir bi cih bûne. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê, xebatên çûyîna serdanên dikandaran, civînên gel û vekirina buroyan bê navber berdewam dikin. HDP’ê li Hatayê, di hilbijartina 7’ê Hezîranê de 58 hezar û 333 deng girtibûn û di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî 61 hezar û 813 deng girtin.    Welatiyên Elewî yên Erep ên nêzî CHP, ji ber namzetên HDP’ê yên Elewiyên Erep û Bariş Atay xwe nêzî HDP’ê kirin. Welatiyên Elewî yên Erep ên herî zêde li navçeyên Antakya, Defne, Arsuz, Samandag û navenda bajêr dijîn, ji bo AKP nebe desthilatdar, dizanin ku divê HDP bendavê derbas bike. Welatî, diyar dikin ku ji bo Atay bibe parlamenter ewê dengê xwe bidin HDP’ê.” Hin CHP’î jî dibêjin dê kal û pîr dengên xwe bidin CHP, ciwan jî dê dengê xwe bidin HDP’ê.     'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'   Mîlyonek, 16 hezar û 175 dengdêrên Hatayê hene û 11 parlamenteran dişînin Meclîsê. Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sultan Başaran, derbarê hedef û xebatên xwe yên hilbijartinê axivî û wiha got: “Ji roja biryara hilbijartinê hat dayîn û vir ve em di kolanan dene. Bê navber em xebatên xwe berdewam dikin. Hemû welatî difikirin ku HDP di Meclîsê de cih bigire. Bi şerê Sûriyeyê re aboriya Hatayê têk çû. Deriyên sînor hatin girtin. Gelek welatiyên Hatayê bazirganiya ser sînor dikirin û nan dibin malên xwe. Piştî derî  hat girtin, gelek welatî bê kar man. Dîsan ji ber krîza aborî gelek dikandarên biçûk deriyê dikanên xwe girtin. Di warê ewlekariyê de jî hizûrê bajêr nemaye. Em ne şer, aştiyê dixwazin.”   'BILA HEMÛ GELÊ ME XWEDÎ DENGÊN XWE DERKEVIN'   Başaran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bang li hemû jin û ciwanan dikim ku bên bi awayekê aktîf beşdarî xebatên hilbijartinê bibin û xwedî sindoqan derbikevin.  Bila hemû kes ji bo aştî û wekheviya welat xwedî li dengên xwe û sindoqên xwe derbikevin. Bila hemû gelên me xwedî dengên xwe derbikevin. Emê qezenc bikin. Ger em qezenc bikin dê Hatay û welat qezenc bikin. Tekane fikara me ewe ku hilbijartinek ne adîlane pêk were. Ligel hemû tiştî em ê di vê hilbijartinê de 3 wekîlan derbixin û bişînin meclîsê. Hedefa me ya sereke eve. Ji ber vê em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin em bi hevre xwedî sindoqên xwe derbikevin.”