ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-10 09:00:08         *Hilbijêrên HDP'î yên navçeya Qelqeliyê ku sindoqên wan hatin guheztin, bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Jinên Qelqelî jî diyar kirin ku wekî ku 6 kilometre diçin dervê gund pinçar kom dikin dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.    * Namzeta HDP'ê ya Kiriklarelî Diren Cevahîr Şen ku bi nasnameya xwe ya ekolojîst, feminist û parêzeriyê tê nasîn, diyar kir ku ger bime wekîl, dê di serî de li dijî serdestiya mêr û talankirina ekolojiyê têbikoşe.    * Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sultan Başaran, diyar kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de qezenc bikin û got: “Em ê ligel hemû tiştî di vê hilbijartinê de 3 wekîlan darbikin û bişînin Meclîsê.”   * Ji hilbijartinê re 14 roj man. HDP'ê lez da xebatên xwe. Ciwanên xebatên HDP'ê dimeşînin, li Îzmirê derî bi derî digerin û HDP'ê vedibêjin û dixwazin her res piştgiriyê bidin HDP'ê.    *Li Stenbolê hin komele û federasyonên cuda ku ji bo 24'ê hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê bang li hembajariyên xwe kirin û xwestin ji bo siberojek aram û aştî dengê xwe bidin HDP'ê. Nûnerên saziyan xwestin zilma di 3 salên dawî de hatiye kirin bînin ber çavên xwe û ji bo dawî li vê zilmê bînin û bêjin bes e dengê xwe bidin HDP'ê.    * Namzetê HDP’ê Kerem Nalbant, diyar kir ku ger HDP li bendavê bi aliqe, dê hemû mûxalîf jî li bendavê bi aliqin û got: “Ez dixwazim hemû gelên li ser vê axê dijîn, li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê.”   * Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Fevzî Gerçek, diyar kir ku dê kurd, elewî, bêkar, ciwan û jin bi HDP'ê bêhnê bistînin û wiha got: “Dê roja 24'ê Hezîranê bibe roja xerakirina saltanatê."    * Namzetê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku HDP dengê hemû gelên Tirkiye yên bindest e û wiha got: "Ger hûn siberojek xweş, geş û aram dixwazin dengê xwe bidin HDP’ê."     * Karkerên sîvan (çermê solan/saya) ku bi çalakiyên 2017'an mohar xwe li têkoşînê xistin, di 24'ê Hezîranê xwe xwe amade dikin ku dengê xwe bêtir bilind bikin. Piştî HDP’ê yek ji nava wan namzet nîşan da û xwest dengê wan bibe meclîsê heviyên wan bêtir zêde bûn. Karkerên sîvan bang li hemû karkeran kirin ku li dora HDP’ê bibin yek.    * Namzçeta HDP'ê ya Aydinê Ayfer Demîrel, ku bi salan e li dijî zilm û zordariya li ser jinan tê meşandin têdikoşe, diyar kir ku ew sozê nadin jinan û bang li jinan dikin ku bi hevre li dijî zilmê têbikoşin û bi hevre zilmê bi dawî bikin. Demîrel, anî ziman ku dê ewil li dijî tiryakê têbikoşe.    * Namzetên HDP’ê yên Êlihê xebatên hilbijartinê berdewam dikin û li her qada diçinê bi dirûşmeya “Êlih sifir pênc” tên pêşwazî kirin. Ji namzetên HDP’ê Şukru Baytar, diyar kir ku biryardariya bi gel re, hêvî dide wan.    *Namzetê HDP'ê yê Hatayê û hunermend Bariş Atay, diyar kir ku ger biçin meclîsê dê deng û daxwazên kolanan bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan nava gel. Atay, da zanîn ku ger herdu bi hevre pêş nekevin têkoşîn encam nastîne."    * Muftiyê Amedê yê berê û Namzetê HDP'ê yê Rihayê Nîmettullah Erdogmuş, bal kişand ser aqûbeta Serokomar Erdogan ku wekî "Hevîya dawî ya Omettê" tê pênasekirin û got: "Me tevan aqûba cemaeta Fethullah Gulen dît. Aqûbeta hat serê wan dê bê serê we jî."    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Baroya Amedê ji bo Parezer û Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Muhterem Suren ku jiyana xwe ji dest da li Mala Sersaxiyê ya Ahmedê Xani sersaxiyê qebûl bikin. (11.00)    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de biçe Çewlikê û beşdarî mîtînga duriyana PTT'ê bibe. (16.00)    * Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi tevlêbûna namzet û rêveberan li gelek bajar û navçeyan xebatên hilbijartinê berdewam bikin. (11.00-22.00)