Xwîner û îmzevan: Ji bo ‘Seher’ê em kêfxweş in Lê ragirtina Demîrtaş me xemgîn dike 2018-06-09 16:27:20   AMED – Îmzekirina pirtûka “Seher” ya namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dewam dike. Xwînerên ku eleqeyek mezin nîşanî “Seher” didin gotin ku ji bo kurdî derketiye kêfxweş in. Nivîskar û helbestkar Berken Bereh û Selîm Temo jî gotin ku “Seher” vegeriya ser zimanê xwe yê esasî.    Pirtûka “Seher” a namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji tirkî ji aliyê helbestkar-rojnameger Rêdûr Dîjle ve wergerand kurdî rastî eleqeyek mezin tê. Pirtûkxaneya Pirtûkkurdî.com ji bo pirtûka “Seher” li avahiya xwe şahiya îmzeyan li dar xist. Helbestkar û nivîskar Berken Bereh, Selîm Temo, Rêdûr Dîjle, Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Mîthat Sancar beşdarî îmzeyê bûn û ji bo xwîneran pirtûk îmze kirin. Xwîneran eleqeyek mezin nîşanî “Seher” a bi kurdî dan û bi nivîskar-helbestkar û siyasetmedaran dan îmzekirin. Balkêş bû ji heft salî heta heftê saliya nivîskar û hunermend di nav de ji bo îmzeyê ketin dorê û pirtûkê dan îzmekirin.   Xwînerên pirtûk dan îmzekirin kêfxweşiya xwe ya ji bo pirtûkê û piştevaniya xwe ya ji bo Demîrtaş anîn ziman.    XWÎNER KÊFXWEŞ IN KU ‘SEHER’ A KURDÎ JÎ DERKET    Xwînerê bi navê Mansur Elîçîn destnîşan kir ku pirtûka “Seher” ji bo wêje û siyaseta kurdî gelek girîng e û got: “Hem birêz Demîrtaş û hem jî zimanê kurdî di bin zilmek mezin de ye. Îmzekirina pirtûkê ya nivîskaran tiştek gelek girîng e. Divê em xwedî li pirtûkê derkevin.”    Xwînera bi navê Fatma Şahîn jî anî ziman ku ji ber ku “Seher” bi kurdî hat çapkirin gelek kêfxweş in û got: “Ev pirtûk li aliyekî me kêfxweş dike û li aliyekî jî ragirtina birêz Demîrtaş me dilteng û xemgîn dike.”    Xwîneraka din Zeynep Sultan jî diyar kir ku ji ber pirtûka kurdî derket gelek bextewar e û got: “Girtina Demîrtaş ne hiqûqî û edaletî ye. Ragirtin Demîrtaş ji bo dîrokê enînivîsek reş e.”    ‘SEHER JI BO MIN CIHÊ SERBILINDIYÊ YE’    Helbestkar Berken Bereh jî anî zimên ku namzetê partiyekî ji bo serokomariyê ku girtî be ji bo demokrasiyê rûreşiyek e û divê ew jî wek her kesî dikaribe ji bo namzetiya xwe li derve siyasetê bike. Bereh da zanîn ku ew pirtûka kurdî ya Seher jî pîroz dibîne û got: “Pirtûka kurdî ya Seher ji bo min cihê serbilindî û bextewariyê ye. Îmzekirina pirtûkê ya di şûna birêz Demîrtaş de min serbilind dike. Daxwaza me ya sereke jî ew e birêz Demîrtaş demildest bê berdan û were li vir ew pirtûka xwe îmze bike.”    ‘SEHER VEGERIYA SER ZIMANÊ XWE ESASÎ’    Nivîskar û helbestkar Selîm Temo jî destnîşan kir ku “Seher” vegeriya ser zimanê xwe yê esasî û got: “Em bi tirkî jî binivîsînin em çîroka bi kurdî dibêjin. Xebata wergera wê ji aliyê Rêdûr Dîjle ve hat kirin gelek baş e. Min tirkiya wê nexwendibû. Min dest bi xwendina kurdî kir. Di kurdî de olanek din heye.” Temo diyar kir ku di vê pêvajoya dawî de gelek neheqiyên mezin çêbûn û got: “Pêşengê siyaseta gel birêz Selahattîn ku jê re dibêjim Selahattînê duyem, ji bo me dibe moralek jî. Ma mehek em ê ji vê zilmê xelas bibin.”    ‘XWÎNER BI RIHÊ HILBIJARTINÊ TÊN ÎMZEKIRINÊ’    Parlamenter û Namzeta HDP’ê Feleknas Uca jî da zanîn ku xwîner bi rûhê seferberiya hilbjartinê diherikin îmzekirina pirtûka Demîrtaş û ji aliyekî ve ji bo vê eleqeyê ew gelek kêfxweş in û ji aliyekî ve jî ji ber nivîskarê pirtûkê girtîne jî xemgîn in.