Hat xwestin ku girtiyên nexweş Çelîk û Kartal bên berdan 2018-06-09 15:48:45   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, xwest girtiyên nexweş Ridvan Çelîk û Vefa Kartal bên berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di çalakiya hefteya 436’emîn a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” û “Girtiyên nexweş serbest bên berdan” de, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Komeleyê li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya navçeya Konak a Îzmîrê çalakî pêk anî. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da û wiha axivî: “Ji bo pêvajoya hilbijartinê sozên siyasetmedaran di hewa de difirin. Hemû partî li dû dengan ketin. Lê hemû partiyan çavên xwe ji rewşa girtiyan re girtine. Di girtîgehê de 402 jê giran, hezar 154 girtiyên nexweş hene. Her ku diçe hejmara girtiyên nexweş zêdetir dibin. Em dixwazin ji bo girtiyên nexweş partî berî hilbijartina 24’ê Hezîranê helwestên xwe diyar bikin. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.”    BILA ÇELÎK Û KARTAL BÊN BERDAN   Çîçek, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Ridvan Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhisarê û girtî Vefa Kartal ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê tê girtin. Çîçek, da zanîn ku Çelik ji pirsgirêka nefestengiyê dijî û wiha bilêv kir: “Çelik nikare nefest bide û bîstîne. Fitiqa piştê, gastrit bi Çelik re hene û pirsgirêka nefestengiyê dijî. Kartal jî ji dilê xwe rehetsize, li ser mejiyê wî sê kîtle hene û nexweşiya Hepatît B pêre heye. Di heman demê de gelek nexweşiyên wî yên din hene. Em heya dawiyê xwedî li nexweşên girtî derbikevin û rewşa wan ji raya giştî re parve bikin. Em dixwazin demildest Ridvan Çelîk û Vefa Kartal bên berdan.”