Saçilik: Me cesaret ji zarokê rastî îşkenceyê hatin girt 2018-06-09 15:07:36   STENBOL - Namzetê HDP’ê Velî Saçilik, der barê xwenekarên Lîse yên hatin îşkence kirin de axivî û got: “Me duh cesaret ji zarokên rastî îşkenceyê hatin girt. Em ê bi cesaret rêya xwe berdewam bikin.” Sezgîn Tanrikulu yê CHP’î jî got ku îşkenceya berê veşartî dihat kirin, êdî li ber kamerayan dikin.    Xwendekarên lîseyê yên li ser banga Dev Lîs, DLB, LAF, LOB û Ozgur Lîse li ber Operaya Kadikoya Sureyya kom bûn, pankarta “Karme yên wene, pêşeroj a me ye” vekirin. Xwendekarên xwestin ji vê derê heya peykerê Boga dest bi meşê bikin, rastî mûdaxileya tund a polîsan hatin. Polîsan xwendekarên lîseyê bi erdê re kaş kirin, paşve kelepçe û binçav kirin. Namzetê HDP’ê yê Enqerê Velî Saçilik û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tantikulu bertek nîşanî êrîşên li ser xendekaran da.    TANRIKULU: ÎŞKENCEKAR ÊDÎ XWE NA VEŞÊRIN    Tanrikulu, diyar kir ku berê îşkence veşartî dikirin, lê êdî li ber kamerayan dikin û wiha axivî: “Îşkence zorê herî girane. Berê îşkence veşartî dihat kirin. Înkencekar xwe fedişartin. Tiştên dikirin înkar dikirin. Lê niha li navenda Kadikoya Stenbolê, li ber çavê hemû kesan bi cezaretek mezin mirov tên îşkence kirin. Hewl tê dayîn ku tirsê pêş bixin û vê yekê li ser zarokan pêş dixwin. Em ê vê qebûl nekin û me tu carî jî qebûl nekiriye.”    SAÇILIK: ME JI ZAROKAN CESARET GIRT   Namzetê HDP’ê yê Enqere Velî Saçilik jî, anî ziman ku AKP ji ber ku dê di 24’ê Hezîranê de biçe, hewl dide bi tirsê desthilatdariya xwe ava bike. AKP dixwaze bi êrîş û zextan bê bawerbûnê ava bik. Em du ji zarokan fêrî vê  yekê bûn. Zarokên 15,16 û 17 salî seknek tîk nîşanî polîsan dan. Pergala perwerdeyek laîk, demokratîk û azad parastin. Ev zarok  ne bê xwedîne. Malbatên wan emin. Em duh ji zarokên rastî îşkenceyê hatin cesaret girt. Em ê bi vê cesaretê rêya xwe berdewam bikin.