Mîtînga HDP'ê ya Mûşê bi coşek mezin dest pê kir. 2018-06-09 13:17:29   MÛŞ - Mîtînga HDP'ê ya hilbijartina 24'ê Hezîranê bi tevlêbûha deh hezaran bi coşek mezin dest pê kir. Di mîtîngê de axaftina Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a mîtîngê ku bi riya telefonêaxaftina parve kiribû hat guhdar kirin.   Rêxistina HDP'ê ya Mûşê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Mûşê mîtîng pêk anî. Qada mîtîngê bi al û flamayên HDP'ê û posterên Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat xemilandin. Bi deh hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Mîtîngê bi guhdarkirina muzîkê dest pê kir. Piştre axaftina Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a mîtîngê ku bi riya telefonê bi malbata xwe re parve kiribû hat guhdarkirin. Piştî axaftina mitingê ya Demîrtaş dîsa hunermend derketin ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. Mîtînga ku bi muzîkê berdewam dike dê piştre namzetên HDP'ê yên Mûşê Gulîstan Koçyîgît, Mensur Işik, Şevîn Çoşkun, Adnan Topçu û Hevseroka Giştî ya HDP'ê  Pervin Buldan derkevin ser dikê û axaftinan bikin.