Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin 2018-06-09 12:59:22   ŞIRNEX – Polîsan li Şirnex û navçeyên wê bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin.    Yekineyên polîsan li Şirnex û navçeyên wê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 4 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan a li Şirnexê de Ramazan Bayram û Turan Guleç, li navçeya Qilebanê jî Mesut Paksoy, li Cizîrê jî Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Cizîrê ku bi KHK'ê hat girtin Mele Kasim Yîgît binçav kirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyetên polîsan. Hat diyar kirin ku dibe hêjmara kesên hatibin binçavkirin zêde bûbe.