Piştgiriyek din ji bo HDP û Demîrtaş zêde bû 2018-06-09 12:39:02   WAN - Partiya Mirov û Azadiparêz, der barê hilbijartina 24'ê de helwesta xwe diyar kir ku destnîşan kir ku dê piştgiriyê bidin HDP'ê û namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş.    Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiparêz Mehmet Kamaç, der barê hilbijartina 24'ê de helwesta xwe li avahiya partiya xwe ya Wanê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Kamaç, destnîşan kir ku dê piştgiriyê bidin HDP'ê û namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş. Yamaç, bi kurdî û tirkî daxuyanî da û diyar kir ku ji ber partiyek nû ne şertê wan ê têkevin hilbijartinê tune ye û dê di vê hilbijartinê de piştgiriyê bidin Demîrtaş û HDP'ê.  Kamç, anî ziman ku îktidar 16 salin li ser kar e û wiha got: "Tîpa Serokomarê Tirk li dijî rastiya Tirkiye ye. Cudahî û rengên cuda ji holê rakiriye. Mafên azadiyê ji holê rakiriye. Hiqûqa mirovahiyê binpê kiriye. Bi OHAL  û KHK yan welat bi rêve dibe."