'Ji xwe em ji sedî 100 deng didin HDP'ê, ji bo me benzînê xerc nekin' 2018-06-09 12:07:23   COLEMÊRG/MELETÎ - Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê yên Colemêrg û Meletiyê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Namzet û endamên partiyê çûn serdana gund, dikandar û malan û ji gel piştgirî xwestin.    Li navçeya Gevera Colemêrgê namzetê HDP’ê Saît Dede, Endamên Dîvana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsan, Selîm Sadak, Berdevka Meclîsa Jinan a KCD’ê Ruken Akça û rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyê di saetên şevê de gundê Sekran ziyaret kirin. Gundiyan HDP’ê bi çoşek mezin pêwazî kirin. Zarokan gund bi alên HDP’ê tije kirin. Di serlêdanê de diyalogên balkêş derketin holê. Gundiyan, di sohbetên kirin de gotin: “Ji xwe em ji sedî 100 dengê xwe didin HDP’ê. Ji bo me vale vale benzînê xerc nekin.”    MELETÎ   Namzet û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê jî, çûn serdana dikandar û taxan. HDP’iyan ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê ji welatiyên taxan deng xwestin. Welatiyên HDP’ê pêşwazî kirin, soza dê dengên xwe bidin HDP’ê dan.   Namzet Yusuf Bozkuş di dema serdanê de axivî û wiha got: “Em li benda piştgiriya emekdarane.” Namzet Mehmet Tuncel jî, da zanîn ku xebatên wan berdewam dikin û wiha got: “Em hewl didin xwe bigihînin hemû bajar, navçe, gund û qadan. Em bi gelê xwe re di 24’ê Hezîranê de dawî li desthilatdariya AKP’ê bîn in.”