Gelê Arnavutkoyê: AKP serdema dawî dijî 2018-06-09 10:23:30   STENBOL - Di hilbijartina 7'ê Hezîranê ya 2015'an de HDP li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê partiya duyemîn bû. HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de armanc dike ku bibe partiya yekemîn. Gelê navçeya Arnavûtkoy, diyar dikin ku pêwiste teqez HDP ji bo demokratîkbûna Tirkiye biçe meclîsê û gotin: "AKP serdema xwe ya dawî dijî."    Navçeya Arnavutkoy, yek ji navçeyên herî mezin ên Stenbolê ye. Piraniya nifîsê ji kurdan pêk tê. Welatiyên li gundê wê dijîn jî kesên ji Şerê Balkanan reviyan û ji Bulgaristan, Kosova û Makedonya hatin bicih bûne ne. Welatiyên Arnavûtkoy, piştî 3’emîn balafirgehê û jêkirina daran û cînayetên karkeran dest bi çalakiyan kirin û dengê xwe bilind kirin. Gelê Arnavutkoy bi taxên xizan ên li pişt avahiyên beton dengê xwe bilind dikin balê dikişînin ser xwe.  Gelê navçeyê diyar kirin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji sedî 18.15 deng sten û bû partiya duyemîn û ew bawer dikin ku hilbijartina 24'ê Hezîranê de dê bibe partiya yekemîn.    ‘EM DÊ BIBIN YEKEMÎN'    Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê û Namzeda HDP'ê Songul Buyukpinar, diyar kir ku Arnavutkoy diyar kir ku girseyek xurt heye û dê dengê xwe bidin HDP'ê û wiha got: "HDP ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Mirov ji bo ji AKP’ê rizgar bibin dê berê xwe bidin HDP'ê. Çareseriyê di HDP'ê de dibînin. Em dê HDP'ê li Arnavûtkoyê bikin partiya yekemîn. Li vir 168 hezar hilbijêr heye. 475 sindoq hene. 4 jê sindoqên gerok in. Ji 39 taxan  pêk tê. 51 dibistan hene. Hevalên me li hemû hereman berpirsiyarî dane ser milê xwe.   JI COLEMÊRGÊ KOÇÎ ARNAVUTKOYÊ KIRIN   Kalê 72 salî Abdulkerîm Aslan jî li tenişta standa HDP’ê ya kolana Fatihê bi welatiyan re sohbed dike. Abdulkerim Aslan, piştî qedexeyên li Colemêrgê zêde bûn, ji Colemêrgê koçî Arnavutkoyê kir. Aslan ku berê şivanî dikir, diyar kir ku pişî ji ax û zozanê xwe qutd bû, jiyan pir zahmet e û rastî gelek zor û zahmetiyan tê. Aslan, anî ziman ku AKP ol dike maşik û xwest hemû kesên misliman vê yekê qebûl nekin û ji vê yekê re bêjin bes e. Aslan, xwest hemû gelê kurd û misliman bibin yek û dengê xwe bidin HDP’ê   'ME BENDÊ LI PÊŞ XWE RAKIRIN'   Li Arnavutkoya ku kesên muhafazakar jî lê zêde ne, ev beş zêde di nava siyasetê de cih nagirin. Welatî Menekşe Gokçe jî anî ziman ku wekî jinên HDP’î hewl didin ku ev benda li pêş jinan hatiye avakirin rakirin û jinan jî tev li siyasetê bikin û wiha got: "Xebatên jinan bi lez û bez didome. Ciwanên HDP'ê jî xebatek zêde dimeşînin. Hewl didin xwe bigînin hemû kesan. Jin û ciwan eleqeyek mezin nîyanî HDP'ê didin. Ji ber ku jin û ciwan xwe di nava HDP'ê de azad dibînin."    Dema em li taxên şevnişînan digerin em rastî jinek ku li ber deriyê mala xwe rûniştiye tên. Jina 47 salî Çigdem Tuncer, diyar kir ku hemû mirovên li vir dijîn tev xizan in. Mirov nikare debara xwe bike û nikare êvaran nan bibin mal. Di hilbijartinê de em dê dengê xwe bidin HDP’ê.    PÎRA 74 SALÎ: DENGEKÎ MIN HEYE EW JÎ JI DEMÎRTAŞ RE YE   Li heman taxê li kolana hember pîra 74 salî Sakine Buyukpinar  me bi israr dawetî mala xwe kir. Wêneye Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji bin balgiya xwe derxist û nîşanî me da û got: "Tenê dengekî (rayek) min heye Ew jî ji Demirtaş re ye. Em ji derê wan kesên li ser îktîdarê nexweş ketin. Bila êdî biçin."     KARKERÊ BALAFIRGEHA 3'EMÎN: DENGÊ MIN JI HDP’Ê RE YE   Dema em derbasî gundê Ballikaya yê Arnavutkoyê dibin em rastî karkerê balafirgeha 3'emîn ku ji bo wê bi hezaran dar hatin jêkirin tên. Karkerê balafirgehê Serdar Ozer (24) diyar kir ku ew heqê keda xwe nastînin û karker di şer tû mercên talûke û bê ewle de dixebitin. Ozer, anî ziman ku ji Agriyê hatiye li vir kar dike û dengê wî ji HDP’ê re ye. Ozer, anî ziman ku kurd hem wekî terorîst tên dîtin û hem rastî nehehiyê tên.    ‘Ozer, anî ziman ku 2 sal berê êm bi 30 lira bû niha 85 TL ye. Ji bo ev krîz bi dawî bibe divê teqez HDP bi ser bikeve."    MA / Melike Ceyhan - Necla Demîr