Di 24'ê Hezîranê de surprîzên Xarpêtê hene 2018-06-09 09:30:09   XARPÊT – Li Xarpêtê, xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bênavber didomin. Namzetê HDP'ê yên Xarpêtê diyar kirin ew ê di 24'ê Hezîranê de surprîzan bikin.    Li Xarpêtê xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê bênavber didomin. HDP'î li navenda bajêr, li navçe û gundan mal bi mal digerin û Xarpêtî jî eleqeyeke mezin nîşanî wan didin. Namzetên HDP'ê yên Xarpêtê Selma Metîn û Cevdet Konak, diyar kirin ku dê HDP li Xarpêtê suprîzan bike.    ‘DÊ XARPÊT BERSIVA HERÎ BAŞ BIDE AKP-MHP'Ê'    Namzetê HDP'ê yê Xarpêtê Cevdet Konak, anî ziman ku 16 sal in AKP bi çewisandinê welat bi rê ve dibe. Konak, bal kişand ser krîza aborî jî û destnîşan kir ku sedemên sereke yên vê yekê jî, polîtîkaya şer a li hemberî gelê kurd e. Konak, bi bîr xist ku bi polîtîkaya şerî ya li dijî kurdan û dagirkirina Efrînê re Tirkiye hem li derve hem jî li hundur bi tenêtiyê re rû bi rû ma. Konak, bilêv kir ku dê gelên Tirkiyeyê di 24'ê Hezîranê de AKP'ê di sindoqan de bifetisîne û li Xarpêtê jî berteka gel di vî warî de ye.    Konak, anî ziman ku Xarpêtî HDP'Ê wekî cihê hêviyê dibînin û got: "Dê Xarpêt bersiva herî baş bide îtifaqa Cumhur û faşîzmê."    ‘TIRKIYE HETA QIRIKÊ DI NAV DEYNAN DE YE'    Namzeta HDP'ê ya Xarpêtê Selma Metîn jî, diyar kir ku şerê li welat û rewşa aborî êdî rê li ber birêvebirina welat girt û ev yek bû sedema pêkanîna hilbijartina zordest. Metîn, destnîşan kir ku Tirkiye heta qirikê di nav deynan de ye û ji ber vê civak xizan bûye. Metîn, bilêv kir ku ji bo demokrasî bê Tirkiyeyê ew têdikoşin. Metîn diyar kir ku di pratîka 16 salên îktîdara AKP'ê de tim jin hedef hatine girtin.    ‘SUPRÎZÊN XARPÊTÊ HENE'    Metîn, da zanîn ku ew li her derê Xarpêtê dixebitin. Metîn destnîşan kir ku nemaze jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bertekên esnafan gelekî zêde ne û got: "Li Xarpêtê tax bi tax xebatên me didomin. Ji bo gelê me deng bide HDP'ê û sindoqan biparêze me xebatên xwe lezandin. Em ê bi vê baweriyê bi ser bikevin. Dê suprîzên Xarpêtê ji bo îtifaqa Cumhurê hebe. Dê di sindoqandan bersiveke suprîz derkeve."    MA / Semra Turan