ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-09 09:00:02 * Gezikên ku bi salan ji bo paqijkirina serbanan, hewşan û axuran dihatin bikaranîn, hîn jî li gelek gundan tên bikaranîn.  * Namzeta HDP'ê ya Bedlîsê Sevda Tabak Yamaç, 20 sal in esnaftiyê dike. Yamaç, anî ziman ku hêviya gelê bajêr ji HDP'ê heye û got: "Divê herkes dengê xwe bi kar bîne û xwedî li sindoqên xwe derkeve û wan biparêze."    * HDP'î li Îdirê mal bi mal û gund bi gund digerin. Hilbijêrên Îdirî jî li her deverê di atmosfera mîtîngê de HDP'iyan pêşwazî dikin.    * Li Wanê hema bêje kesên bi semaweran çay çêdikin û difiroşin hemû mêr in. Lê belê jina bi navê Xecê Pejan li Beşyolê binî semawerê xwe pêxist û dest bi firotina çay kir.    * Şanoger Alî Sesal diyar kir ku derdorên xwedî nasnameyên cuda û bindest bi awayekî rihet xwe di HDP'ê de bilêv dikin û got: "Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin."    * Agiriyan, destnîşan kir ku tekane riya rizgariyê ya ji krîza aborî û siyasî HDP ye û ew ê dengê xwe bidin HDP'ê.   * Li Xarpêtê, xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bênavber didomin. Namzetê HDP'ê yên Xarpêtê diyar kirin ew ê di 24'ê Hezîranê de suprîzan bikin.    *  Li Çewliga ku AKP li tevahiya herêmê herî zêde dengan jê digire, niha bayê guherînê li ba dibe. Şêniyên bajêr ji ber AKP'ê gelekî êşiyane û HDP ji bo vê yekê ber bi xwe ve hêl bike bênavber dixebite.   * Nivîskarê Rojnameya Kararê Îbrahim Kahvecî, diyar kir ku piştî hilbijartinê dê zemek mezin wan pêşwazî bike û wiha got: "Îktîdar ji butçeya dewletê sozan dide. Lê fatûra vê krîzê dê em bidin." *Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik cemaatên niha şibandin cemaetên Kapikulu û wiha got: "Cemaetên ku dişibin cemaetên Kapikulu yên serdema Osmanî, Erdogan ji wan dixwaze ku wî wekî "hevîya dawî ya ometê" nîşan didin. Lê êdî tu kes ji van cemaatan jî bawer nake û guh nadin wan."  * Namzetên HDP'ê dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam bikin.  * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervn Buldan dê tev li mîtînga Mûşê ya HDP'ê bibe. (12.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê dê têkildarî zextên li ser endamê wê pêş dikevin li avahiya platforma KESK'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 486'an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 689'an de li qada Galatasarayê aqûbeta windayan bipirsin û çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Piştî li Amedê Serokê Îhya-Derê Aytaç Baran di 9'ê Hezîrana 2015'an de hat kuştin, hêzên çekdar rêveberê Komeleya Welatiyên Azad  Emin Ensen, Bayram Ozleçî û Bayram Dagtan kuştin. Rêxistina HDP'ê ya Yenişehirê dê li avahiya xwe rêveberên komeleya Welatiyên Azad bibîr bîne. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 324'an de li Qada Gatalasaryê berdewam bike. (13.30)   * Pirtûka Selahattin Demirtaş ‘Seher’ ku wergera wê ya kurdî hat kirin, dê li Pirtûkxaneya pirtukakurdî dê ji aliyê helbestkar Rêdur Dîjle, Selim Temo, Berken Bereh, wekilê HDP'ê Mihat Sancar û Feleknas Uca ve bên îmzekirin. (13.00-18.00)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, dê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (18:00)   * Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê II'emîn Sempozyuma Mafên Zarokan li Odeya Mîmaran a Karakoyê pêk bîne. (10.00-19.00)   * Di hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê yên 2015'an de HDP li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê partiya duyemîn bû. HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de armanc dike ku bibe partiya yekemîn. Gelê navçeya Arnavûtkoy, diyar dikin ku pêwiste teqez HDP ji bo demokratîkbûna Tirkiye biçe meclîsê û gotin: "AKP serdema xwe ya dawî dijî."