Daxwaz malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin 2018-06-08 18:42:44   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbata her 3 girtiyên din ên li Îmraliym, ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.    Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Her wiha malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re çêbikin serlêdan pêk anî bûn. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana malbatan red kir.    Ji 11'ê Îlona 2016'an ve malbat nikarin hevdîtinê çêbikin. Heta niha 79 caran serlêdanên mlabatan hatine redkirin.