Karkerên demsalî piştevaniya veguhezandinê xwestin 2018-06-08 16:25:06   MEREŞ – Namzetên HDP’ê li Mereşê çûn serdana karkerên çandiniyê yên demsalî û karkeran ji HDP’ê destek xwest. HDP’yan got ku ew ê karkeran veguhezînin ser sindoqan.    Namzetên HDP’ê yên Mereşê ji bo wekîlek li bajêr derxin bênavber xebatên xwe dewam dikin. Heyeta HDP’ê çû navçeya Pazarcikê ya Mereşê û taxên Çîgdem Tepe û Selman Îpek ziyaret kirin û bi karkerên çandiniyê yên demsalî re jî hatin ba hev. HDP’yan ji bo HDP’ê û Namzetê Serokomariyê deng xwestin. Karkerên demsalî jî biç epik û lîlandinê heyete peşwazî kirin. Karkeran got ku bo ew dikaribin dengê bidin HDP’ê piştevaniya veguhezandinê xwestin.