Buldan: Gefên li dijî Mexmûrê heqareta li dijî gelê kurd e 2018-06-08 15:54:56 ERZIROM – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitînga li navçeya Qereyaziyê de axivî û got: “Gelê Mexmûrê, ji zilma we û komkujiyên we koçber bûn û li wir jiyanek  zahmet didomînin. Gefên li dijî Mexmûrê heqareta herî mezin a li dijî gelê kurd e.”    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de çû navçeya Qereyaziyê ya Erziromê. Buldan li Balafirgeha Erziromê hat pêşwazîkirin û pişt re bi konvoyek dirêj derbasî navçeya Qereyaziyê bûn. Seranserî rê konvoy ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Otobusa Buldan tê de derbasî cihê mitîngê Meydana Sîteya Sanayiyê bû. Ji heft salî heta heftê saliyan gelê Qereyaziyê tev li mitîngê bûn. Ji gundan jî gel herikî mitîngê. Ewil namzetên HDP’ê yê Erziromê axaftinên kurt kirin.    Piştî axaftina namzetan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi coşa qereyaziyan derket ser otobusê. Buldan xîtabî gel kir û ev tişt got:    ÊDÎ GEF Û ŞANTAJA WE FEYDE NAKE    “Li dijî hemû pêkanîna em îro li vir in. Dixwazin me bi binçavkirin û girtinê xelas bikin. Ew qey dibêjin em ê bi binçavkirin û girtinê xelas bibin, lê xwe dixapînin. Çawa ku yên digotin ‘em ê xelas bikin’ ew hemû têk çûn, yên îro jî dê têk biçin û ew xelas bibin. Bi artêş, walî û qeymeqamê xwe ve bi ser gel ve diçin û bi gef û şantajê deng ji gel distînin. Êdî gef û şantaja we feyde nake, gel êdî biryara xwe daye û ji Erdogan re dibêje ‘tu yê biçî.’ Erdogan li qadan diaxive û hebûna kurdan înkar dike û kurdan tune dihesibîne. Lê êdî gelê kurd we baş dizane û nas dike.    Hebûn, çand û zimanê gelê kurd qedexe dikin û vîna wan nas nakin. Serî li hemû neheqiyan didin, wekîlên me digirin û qeyûman tayînî ser şaredariyên gel dikin. Êrîşek dîrokî ya li ser destkeftiyên gel e heye. Wê bersiva herî mezin Erzirom û gelê kurd bide we. Ev hilbijartina çarenûsa kurdan e.   GELÊ MEXMÛRÊ JI BER ZILMA WE KOÇBER BÛ    Em êrîşên li ser Efrînê û Kerkûkê ji bîr nakin. Niha jî ji bo desthilatdariya xwe winda neke. Bi gefên cuda  bi ser gelê kurd ve tê. Niha jî dibêjin ‘em ê biçin Mexmûrê.’ Gelê Mexmûrê, ji zilma we û komkujiyên we koçber bû û li wir jiyanek sivîl didomînin. Gefên li dijî Mexmûrê heqareta herî mezin a li dijî gelê kurd e. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê destûr nede hûn biçin Qendîlê û Mexmûrê. Her bombeyek û guleyek hûn li ser wê axê dibarînin, raste rast tên li ser sofreya gelên Tirkiyeyê dikeve. Ji ber çi gefan dixwe û êrîş dike? Çunkî AKP diçe û 24’ê Hezîranê dîroka wan a dawî ye.   WÊ MEZLÛM BI SER BIKEVIN Û ZALIM TÊK BIÇIN    Bila kes dilsar nebe û xwe bê moral û bê hêv neke, wê mezlûm bi ser bikevin û dê zalim winda bikin. Wê Erdogan û AKP têk biçe. Heta 24’ê Hezîranê em ê hin bêtir mezintir bibin. Hemû nasname, bawerî û netewên li Tirkiyeyê li benda welatek azad, wekhev û demokoratîk in. Tenê ne HDP, îro namzetê me dilovan Selahattîn Demîrtaş di nav çar dîwaran de ye û em silav xwe jê re dişînin. Ew dibêjin jixwe dengê Demîrtaş dernakeve, lê nizanin îro li Qereyaziyê her kesek bûye Demîrtaşek. Ew ji hebûn, siyaset û wêrekiya Demîrtaş ditirsin. Ji siyaseta HDP’ê ditirsin. Ji bo vê yekê politikaya tunekirin, astengî û qedexeyan didomînin. Hûnê biryara xwe bidin. Ev tercîh û biryara we dê ji bo siberojek azad û ronî be. Em ê qet û qet destûr nedin dengek me jî bidizin.    WÊ BI DENGÊ KURDAN GÛR BIKEVIN MECLÎSÊ    Hevalên jin ên delal xwedî li sindoqan derkevin. Dema hûn xwedî li sindoqan derkevin tu kes nikare dengan bidize. Çunkî ked û destê jinê di sindoqan de heye. Çima dixwazin dengê me bidizin, ji bo ku me di bin bendê de bihêlin. Heke HDP di bin bendê de bihêlin, wê 70 wekîlên me ji AKP’ê re biçin. Wê zilma AKP’ê ya 16 salan xwe dubare bike û carek din bikeve meriyetê. Wê bi dengên kurdan, gûr bikevin Meclîsê û li ser wan kursiyan rûnên.    XWE JI GOVENDA AZADIYÊ RE AMADE BIKIN    Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî digot ya ‘Serî li ser mil nehêlin û kevir li ser kevi nehêlin.” Bi wê ferasete vê tifaqê ava kirin. Ferasetek ku dixwazin kurdan tune bikin li hev kirin e. Tu ferqa wan ji hev nîne. Em ê hemû bi hev re vê ferasete têk bibin û pûç bikin. Ji bo vê yekê 24’ê Hezîranê gelek girîng e. Me seferberî îlan kiriye û em banga seferberiyê li gelê Qereyaziyê jî dikin.    Bila AKP gel tehdît neke bila gel bi dil û canê xwe bi we re bin. Gelê me bi dil û can bi me û Demîrtaş re ye. Wê 24’ê Hezîranê roja herî xweş be. Em ê wê rojê govenda azadiyê bigirin. Xwe ji bo govenda azadiyê amade bikin.”    Girseyê bê navber axaftina Buldan bi berzkirin dirûşmeyên qût kir. Kelecana wan hêjayî dîtinê bû. Piştî axaftinê Buldan ji bo tev li xwarina fitarê bibe derbasî Xinûsê bû.