Parêzer Suren hat definkirin 2018-06-08 15:51:17 AYDIN - Parêzerê ÎHD’î Muhterem Suren ê li Amedê dawî li jiyana xwe anî, li navçeya Germencîk a Aydinê bi merasîmekê hat definkirin.  Cenazeyê yek ji Parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Muhterem Suren ê di şeva 06’ê Hezîranê de li Amedê dawî li jiyana xwe anî, di saetên serê sibê de anîn Taxa Neşetiye ya çoltera navçeya Germencîk a Aydinê. Cenazeyê Suren ji aliyê bi sedan kesên di konê taziyê yê li ber mala malbatê hat danîn kombûyîn ve hat pêşwazî kirin.    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê yê berê Racî Bîlîcî, yek ji damezrînerên ÎHD’ê Akin Bîrdal û parêzerên ji gelek bajarên Tirkiyeyê hatibûn, beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Suren piştî wacîbeyên Olî, li goristina taxê hat definkirin.    Piştî kar û barên definkirin, kesên beşdarî merasîmê bûn, derbasî konê taziyê bûn.