Qeyûman hemû derfet ji bo buroyên AKP-MHP’ê seferber kirin 2018-06-08 15:29:53   WAN - Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Rêya Armûşê hemû derfetên xwe kirin xizmeta buroyên hilbijartinê yên AKP û MHP’ê.    Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Rêya Armûşê, ji bo tîfaqa AKP û MHP’ê sefer bûn.  Şaredariyê li ser Cadeya Cumhuriyetê konê fitarê veda û bêyî sînor piştgiriyê dide buroyên hilbijartinê yên AKP û MHP ên kêleka wê hatin vekirin. Şaredarî kusiyên ji bo konê fitarê danîn, bi roj dike xizmeta buroyên hilbijartinê yên AKP û MHP’ê.    BI SIRÛDA MEHTER DIFITIRIN     Bi şev li qada konê fitarê lê hat vekirin, Sirûda Mehter lêdixin, Hacîvat û Karagoz tên pêşandan. Di heman demê de kesên tên fitarê lêgerîn li ser wan pêk tê.