Ji bo hilbijêran banga 24’ê Hezîranê: Deng bide neçe û xwedî li sindoqa xwe derkeve 2018-06-08 14:52:35 STENBOL – Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê bal kişand ser roja hilbijartinê tiştên pêwîst bên kirin û ev bang kir: “Deng bide neçe û xwedî li sindoqa xwe derkeve.”  Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê bi boneya ewlehiya hilbijartinê û têkildarî roja hilbijartinê perspektîfên xwe li Parka Maçka eşkere kir. Gelek kes tev li civînê bûn û pankarta “Deng bide neçe û xwedî li sindoqa xwe derkeve” daliqandin.    ‘EM SINDOQA XWE BIPARÊZ IN, EM Ê BI SER BIKEVIN’    Ewîl endamê Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê Eymen Demîrcan axivî û got: “Meclîsa Pêvajoya Hilbijartinê rêxistinek li Stenbol û gelek deveran pêvajoya hilbijartinê nîqaş dike, ji bo têkoşîna adil û wekhev a ji bo hilbijartinê dide. Dibe ku AKP wek hilbijartinên din bi dek û dolaban derkeve pêşberî me. Li vir peywîra herî mezin dikeve ser milê gelê me. Her kesê dengê xwe bide û sindoqa xwe biparêz e, em ê vê hilbijaritnê bi dest bixin. Em li ser sindoqên xwe bisekinin, nikarin serî i tu hîleyê bidin.”    ‘JI BO DEMORKASIYÊ EM Ê TÊBIKOŞIN’    Pişt re endama Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê Feray Kokmen jî daxuyanî xwend û got: “Demek dirêj e li welatê me hilbijartin bi hîleyan derbas dibe. Em hemû dizanin ku AKP ji bo bi ser bikeve û hejmara wekîlê xwe zêde bike û serokomariyê bi dest bixe şertên qanûnî yên di destê xwe de bikar tîne û serî li hîleyan dide. Divê em jî serferber bibin û ji bo anîna demokrasiyê destûr nedin diziyê bikin û serî li hîleyan bidin. Pargalek li ser esasen azad û adil pêk neyê û hilbijartinek bi hîleyan pêk were ew nabe pargalek demoratîk. Ji bo vê yekê divê em hemû ji bo demorkasiyê têbikoşin. Desthilatdariyek ku hilbijartinê wek şer vedibêje heye. Divê heta roja hilbijartinê em hemû xebatên xwe temam bikin û li her dibistanê sindoqan biparêz in.”