Li Erziromê nimêja înê ya sivîl hat kirin 2018-06-08 14:03:35 ERZIROM – Gelê navçeyên Erziromê di têketina bajêr de li benda hatina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan sekinî. Beriya Buldan were girseyê nimêja Înê li erdê kir.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Erziromê ye. Buldan dê bi rêzeçalakiyan bi gel re bê cem hev. Namzetên HDP’ê yên Erziromê Mehmte Kasim Firat û Cuneyt Laloglu û komek çûn têketina bajêr pêşwazîkirina Buldan.    Girseya li benda hatina Buldan bû, li eraziyê vala nimêja Înê kir. Welatiyan li ser ceketên xwe ref girtin û Namzet Mehmet Kasim Firat li pêşiya cematê nimêj kir.    Firat piştî nimêjê axivî û got: “Em li benda hevseroka xwe Pervîn Buldan bûn, dema nimêjê hat. Me jî bi hevalên xwe re nimêj kir. Me ji bo biratiyê, aştî, pergala adil, maf, edalet û jyanek bi rûmet diayan kir.”