Ji ber ku dirûşmeya ‘Bijî HDP’ berz kir hat binçavkirin 2018-06-08 13:37:39   MÊRDÎN - Li Nisêbînê, Cemal Nergîz ê 55 salî ji ber ku di hevdîtina HDP’ê ya bi dikandaran re de dirûşmeya “Bijî HDP” berz kir, hat binçavkirin.    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, polîsan bi ser mala welatiyê Nisêbînê Cemal Nergis ê 55 salî ya Taxa Selahattîn Eyyubî de girtin û binçav kirin. Polîsan, Nergîs birin Midûryeta Polîsan a Navçeyê û alavên di malê de belav kirin. Malbata Nergis, diyar kir ku ji ber ku Nergis di hevdîtina HDP’ê ya bi dikandaran re de dirûşmeya “Bijî HDP” berz kir û nîşaneya serkeftinê kir, hat binçavkirin.