Li Xarpêtê serdegirtina malan: Nêzî 20 HDP’î binçav kirin 2018-06-08 13:26:44   XARPÊT – Li Xarpêtê beriya hilbijartinê polîs û leşkeran bi ser malan de girt. Hevserokên HDP’ê yên Kovancilar û Aricak jî di nav de nêzî 20 kesan binçav kirin.    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê pêla binçavkirin û girtina li dijî rêveber, endam û xebatkarên HDP’ê dewam dike. Polîs û leşkeran li navenda Xarpêtê, navçeyên Kovancilar û Aricak û gundan bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan Hevserokê HDP’a Kovancilarê Resûl Ulker û Hevserokê HDP’a Aricakê Azîz Bayrak jî di nav de nêzî xebatkar û endamên HDP’ê binçav kirin.    Der barê hinceta binçavkirinê de agahî nehatin bidestxistin û hat zanîn ku hin binçavkirina birin Fermandariya Leşkeriyê ya Xarpêtê û hin binçavkiriyan jî birin Edliya Palûyê.