Komeleya 78'an: Dengê me ji HDP'ê û Demîrtaş re ye 2018-06-08 13:04:09 AMED - Komeleya 78'an der barê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinê, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Komeleyê Ganî Alkan diyar kir ku wan biryara xwe zelal kir û got: "Dengê me di nava azadî û aştiyê de ye. Ji bo jiyaneke yeksanî dengê me ji HDP'ê û Demîrtaş re ye."  Komeleya 78'an têkildarî xebatên hilbijartinê û helwesta xwe ya hilbijartinê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê pêk anîn. Endam û rêveberên komeleyê di civînê de amade bûn. Li ser navê Hewldana 78'an Serokê Komeleyê Kanî Alkan daxuyanî xwend. Alkan, diyar kir ku Ji hilbijartina giştî ya herî girîng a dîroka Komarê re demeke pir hindik ma û wiha got: "Di welatê ku bi zagonên bingehîn ên ku mîrateya darbeya 12’ê Îlonê de, benda ji sedî deh a li gorî hiqûqa darbeyê û di şert û şûrtên Rewşa Awarte de em diçin hilbijartina 24’ê Hezîranê. Di 24’ê Hezîranê de ji sedemên çi zext û zorên desthilatdariyê, çi zagona hilbijartinê ya nû û çi ji şert û mercên Rewşa Awerte ya yekalî, neyeksanî, neheqî û bêhuqûqî de dê hilbijartinek were pêkanîn."    'JI BO SIBEROJÊ PIR GIRÎNG E KU HDP BENDÊ DERBAS BIKE'     Alkan, da zanîn ku di hilbijartinê de, partiya desthilatdar AKP û hêzên ku pê re îtîfaq kirine bi rê û rêbazên derhuqûqî, muhalefeta (opozîsyona) civakî û hêzên demokrasiyê bi dek û dolaban dixwazin li derveyê siyasetê bihêlin û wiha berdewam kir: "Hemû derfetên dewletê ji bo “ Îtîfaqa Cumhûrî ” tên bikaranîn, çapemenî bi yekalî û bêyeksanî misêwa bangeşiya (propaxanda) desthilatiyê dikin, ji namzetan ê herî girîng Selahatîn Demirtaş, bi şêwazeke derhuqûqî li girtîgehê dîl girtine, di vê kampanyaya hilbijartinê de alîgirên demokrasiyê û aştiyê hevpar tevbigerin zahf pêwist e. Em wek komela 78’yîyan  ku heta îro li ser navê demokrasî, maf û azadiyê canê xwe danin, li hemberê wan bi hestên xwe yên berbirsiyariyê di her qadên têkoşîna azdiyê de, çawa ku em hebûn, ji niha şûn de jî bi heman biryarîyê em ê helwesta xwe bidomînin. Ji bo yekîtiya hêzên demokrasiyê, aştiya gelan, ji bo mafê jinan, kedkaran, ji bo kesên hesabên wan nayên kirin bêkes, bêxwedî û ji aliyê din ve tên dîtin,em di vê bî û baweriyê de ne pir grîng e, ku HDP bendê derbas bike û bi şewazeke xurt tevlî parlamentoyê bibin. Ji ber vê sedemê di HDP’ê de xeta ku li hemberê hemû hêzên pergalê, li ser navê demokrasî û aştiyê, sekneke bibiryar nîşan bidin, ku bi helwesteke rasteqîn hebûna wê ji bo îro û ji bo siberojê em pir girîng dibînin."    'DI DIJÎ PERGALA YEK TÎP DENGÊ XWE BIDIN HDP'   Alkan, di berdewama daxuyaniyê de bang li hemû der û dorên cuda kir û wiha got: "Di vê hilbijartina pêşwext de ku siberoja me diyar dike de ji bo yeksanî, azadî, aştî û edaletê li hemberî zihniyeta tekane û paşverûtiyê, ji bo xurtkirina hêviyên xwe, li hemberî makezagona 12’ê Îlonê, li hemberî huqûqa derbeyan û mercên REWŞA AWERTE polîtika û sekneke bibiryar em biafirînin. Em di vê bîr û baweriyên de ne  ku divê em piştevaniyeke xurt bidin HDP û namzetê Serokomariyê yê HDP’ê, Brêz Selahattîn Demirtaş. Ji çirûskên ronahiya waneyên zanebûna Mahîr, Denîz û Ibrahîm, heta bi rêhevaltiya Mazlûm, Erdal, Mîne Bademcî û Sakîneyê em weke Nifşê 78’yîyan bang dikin; Li hemberî pergala yek tîp û tekane, em weke kes, wek sazî û dezgeyên ku mafên me yên di welateke demokratîk û azad de bijîn hene, bang li dostên xwe û hêzên demokrasiyê dikin bila piştgiriyê bidin HDP’ê û namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Brêz Selahatîn Demîrtaş. Li hemberî vê pergala totalîter û paşverû, em dibêjin dem dema bi hev re geşkirin û pêşvebirina wekhevî, azadî û hêviyên aştiyê ne. Dengên me ji namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Brêz Selahatîn Demirtaşî re ye. Dengên me ji HDP’ê re ye!"