Serdozgeriyê îtîrazî beraeta 47 siyasetmedaran kir 2018-06-08 10:30:29 AMED – Serozgeriya Komarê ya Dadgeha Edliya Herêma Dîlokê der barê biryara beraeta 47 siyasetmedarên ji “Doza KCK’ê ya Sereke” dihatin darizandin îdia kir ku biryar li dijî qanûn û rêbazê ye û temyîzî Dadgeha Bilind kir.  Li dijî siyasetmedarên kurd di sala 2009’an de di bin navê “KCK” de operaysona binçavkirin û girtinan dest pê kiribû. 154 siyaesetmedar ji doza sereke ya “KCK” dihatin darizandin. Dozê 8 sal dewam kir. Dadgeha Amedê di 28’ê adara 2017’an de biryar da û ji bo 99 kesan cezayên cuda xwetibû. Der barê 54 kesan de jî biryara beratê dabû. Dadgehê bi giştî hezar û 109 sal û 10 meh û8 22 roj ceza li siyasetmedara birîbû. Der barê 15 siyasetmedaran de biryara beratê teqez bû. Der barê 138 siyasetmedaran de biryara ceza birînê şandin Dadgeha Edliya Herêmê ya Dîlokê.    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Edliya Herêma Dîlokê der barê biryara beratkirina 47 siyasetmedaran de bi îdiaya li dijî qanûn û rêbazê ye xwest Dadgeha Bilind temyiz bike. Serdozgeriyê xwest ev siyaetmedaran ji nû ve bên cezakirin. Di nav van siyasetmedaran tê xwestin bên cezakirin de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û Namzeta HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî heye.