Bi berdêla pakêtên zexîreyê ew birin mitînga Erdogan 2018-06-08 09:47:30 AMED – Mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan a li Amedê qels derbas bû. Derket holê ku penaberên Sûriyeyê bi berdêla zexîreyan qanih kirine û birine mitîngê.  Ji roja ku namzetên AKP’ê diyar bûn û heta roja îro yek ji bajarên herî zêde ku lîsteya namzetan rastî bertekê tê Amed e. Bi ser vê yekê re mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan di 3’ê Hezîranê de li Amedê mitîng li dar xist û hat zanîn ku mitînga wî qels derbas bûye. Heta îro AKP hemû mitîngên xwe li Qada Îstasyonê li dar xist. AKP bi tirsa ku dê qadê tije neke, platforma xwe li ser kolana derdikeve qadê ava kir û girseyê bi dirêjahî li vê kolanê kom kir. Li gel vê yekê jî nîvê beşdarên mitîngê ji derveyî Amedê anîn. Mitînga ji beşdarvanê derve û personelên saziyên dewletê pêk dihat nêzî 8 hezar kesî tev li bû. Derket holê ku hin welatiyên tev li mitîngê bûne bi bihîstina ku dê di mitîngê de zexîre belav bikin beşdarî mitîngê bûn e.    ‘SOZA 4 PAKÊTAN DAN LÊ 2 PAKÊT DAN MIN’    Abdulhadî Îbrahîm ê li Bismilê dijî diyar kir ku beriya mitîngê AKP’î çûne cem malbatên penaberên ji Sûriyeyê û fîşên alîkariyê dane wan û wiha got: “Rojek beriya mitîngê ji Ak Partiyê hin kes hatin. Ji me re gotin ‘Sibê Erdogan tê heke hûn jî tev li mitîngê bibin, em ê alîkariya zexîreyan bidin we.’ Min jî qebûl kir. Gotin ‘Navê xwe binivîsinin, em ê jî fîşên alîkariyê bidin we. Hûn neyên mitîngê alîkarî ji we nîne.’ Bi berdêla 4 pakêt zexîre min qebûl kir. Hemû malbatên navê xwe nivîsandin, bi wesayîtan me birin mitîngê. Du cûre al dan me. Me jî li çepikan da û hejand. Soza 4 pakêtan dan min, lê 2 pakêt dan min. Jixwe alîkariyê nedan hin kesan jî.”    ‘ŞER NEBÛYA NEDIHATIM VIR’    Îbrahîm destnîşan kir ku ji ber şerê li Sûriyeyê 3 sal berê ji paytexta Sûriyeyê Şamê koç kirine û got: “Heke ku ne ji şer bûya em ê jî nehatina vir. Tu karê me jî li vir tunebû.”