Sarisaç: Em dê li Wanê 8-0 wekilan derxin 2018-06-08 09:39:58 WAN - Namzetê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, diyar kir ku AKP'ê li Wanê zextên gelek zêde pêş xistin û we dixwazin li dijî van zextan 8 wekilan derxin û wiha got: "Ez bawer dikim ku gelê me dê li tenişta HDP'ê raweste û dengê xwe bide HDP'ê.  Namzetê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarısaç, di sala1983'an de li navçeya Payizava ya Wanê ji dayik bû. Li Wanê dibistan xwend û Zanîngeha Aksaray beşa Rêveberiya Cewariyê û Zanistiya Siyasetê xelas kir. Bû endamê Meclîsa DBP'ê û piştre bû Hevserokê DBP'ê yê Wanê. Sarisaç, di Kongdeya HDP'ê ya sibata 2018'an de û endamê meclîsa HDP'ê. Niha namzetê HDP'ê yê Wanê ye. Sarisaç, der barê xebatên hilbijartinê û polîtîkayên AKP-MHP'ê ku li bajar avakirine axivî. Sarisaç, diyar kir ku gel li dora partiyê bûye xelek û xwedîderketinek mezin heye. Sarisaç, da zanin ku tevî hemû zext û tundiya li ser gel hat meşandin, gel ji partiya xwe gav paşve neavêt û nêzî 3 salin ji ber polîtîkayên AKP'ê ku saziyên demokratîk nikarin li derve daxuyaniyê bidin çapemeniyê û nikarin bertekên xwe bînin ziman û wiha got: "Tevî hemû zextan gel gav paşve neavêt. Ji ber zextên AKP'ê yên zêde bûne gel li dora HDP'ê bûn xelek. Di şahî û vekirinên me yên buroyan de em dibînin ku dibin wekî mîtîngan. Li aliyê din AKP'ê di qada aboriyê de qeyranek mezin ava kir. Di 16 salan de AKP'ê nefes li mirovan çikand. Hem li ser gelê kurd û tevahiya civakê zext zêde kir. Hem jî di qada aborî de pirsgirêk zêde bûn.    'GORÊN KURDAN JÎ TEHAMUL NEKIRIN'    Sarisaç, da zanîn ku AKP'ê cenazeyên kurdan jî tehamul nake û wiha berdewam kir: "Di 3 salên dawî de bajar hatin rûxandin. Mirov di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin. Bedenên kurdan hatin teşîrkirin. Lokman Birlik li pey panzêrê hat kişandin. Cenazeyê dayikên kurdan bi hefteyan li kolanê hat hiştin. Cenaze ji goristanan hatin derxistin. Roja din Erdogan derket û got 'We dît me çawa gorên sexte tune kir' û bi êrîşa li dijî gor û goristanan pesnê xwe da. Li çavê kurdan nerî û ev yek got. Ev tişt ne mijara ku em bikin propaganda hilbijartinê. Lê divê em van tiştan ji bîr nekin. Her kesên kurd divê van pekanînên AKP'ê tevan bîne ber çavan û gavan bavêjin.    HER KU TECRÎD GIRAN DIBE PIRSGIRÊKA KURD JÎ KÛR DIBE   Sarisaç, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: "Her ku tecrîd giran dibe pirsgirêka kurd jî kûr dibe. Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Nêzî 2  salin bi malbatê re nikare hevditin bike. Tu agahî jê nayên girtin. Li Îmraliyê tecrîda giran heye. Tivê teqez ev tecrîd bi lez bi dawî bibe. Divê Birhêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Birêz Ocalan bi salan e ji bo aştiya li Tirkiye gavan davêje. Ji bo ev hewldan dîsa bi ruh bibin û têkevin meriyetê divê tecrîd bi dawî bibe. Divê birêz Ocalan bi hêsanî karibe fikrên xwe parve bike. Divê Birêz Ocalan tev li siyasetê bikin. Her ku tecrîd giran dibe pirgsirêka kurd jî giran dibe. Di sala 2012'an de 130 milyar dolar deynê Tirkiye yê derve hebû. Niha 453 milyar dolar deynê Tirkiye heye. AKP'ê di 16 salan re razemeniya herî zêde li şer kiriye. Tirkiye ji ber polîtîkaya şer ketiye bin deynên mezin. Armanca sereke ya AKP'ê aboriya şer pêş dixe. Vê yekê jî li ser pişta karker, çotkar û rençberan pêş dixe. "    Sarisaç, herî dawî anî ziman ku du rê li pêş wan hene û wiha bi dawî kir: "Zozanên herî mezin li Wanê ne, lê sewalkarî ji ber qedexeyan tune dibe. Êdî mirov diçin giha û kayê dikirin. Rençberên Wanê êdî diçin kayê li derve dikirin. Divê hemû kesên ji vê yekê zerar dîtine li cem HDP'ê cih bigirin. Du rê li pêş me hene. An em dê li cem HDP'ê cih bigirin û aştî u demkorasiyê pêş bixin. An jî em dê îktîdara şer tercîh bikin. Ez bawer dimi ku gelê me dê li cem HDP'ê cih bigire û 8-0 wekîlan derxin."