Ji bo HDP’ê stran nivîsand 2018-06-08 09:24:03 ÊLIH - Hunermend Şerzat, bi armanca di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP’ê stranek bi Kurdî û Tirkî nivîsand.  Muzîsyen Şerzat ê di bundya Navdene Çanda Bahar a Êlihê de dixebite, bi armanca di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bi de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) stranek bi Kurd û Tirkî nivîsand. Şerzat navê strana ku gotin û muzik aîdê wî ye kiriye “HDP.” Şerzat, diyar kir ku wî bi piştgiriya hevalên xwe yên navenda çandê ev stran amed kir û ev stran aîdê gel.    'HDP PARTIYA KESÊN RASTÎ ZILMÊ HATINE'   Şerzat, bal kişand ser armanca xwe ya çêkirina stranê û wiha axivî: “Ji ber ku HDP, partiya kesên rastî zilma  Dehaqan hatine, min ev stran ji bo wê çêkir. Ez kesayetiyek ji nava gel hatime. Li dijî zilma heyî HDP dê hunera azad ava bike. HDP partiyek wihane. Ji bo wê min xwest bi strana çêbikim, rastiya HDP’ê vebêjim. Ez bi derfetên partiya gelan xebatên xwe berdewam dikim. Me xwest em jî bi keda xwe beşdarî xebatan bibin.”   'DIVÊ RONAKBÎR XWEDÊ HDP’Ê DERBIKEVIN'   Şerzat, bang li hunermend û ronakbîran kir ku xwedî HDP’ê derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro berpirsiyariyek mezin dikeve ser milên hunermend, nivîskar, ronakbîr û muzîsyenan. Girînge ku di vê pêvajoyê de dengên xwe bidin xwe û partiya xwe. Heya ku mirin û zilm hebe, dê HDP jî hebe. Dê têkoşîna partiya gelan tim berdewam bike. Ji ber ku armanca HDP’ê ya aştî û demokrasiyê heye. HDP dê dawî li şer bîne û partiyeke ku dikare vê yekê bike. Ji ber vê yekê divê ronakbîr, nivîskar û hunermend xwedî li ziman, reng, hebûn, azadî û HDP’ê derbikevin. Li ser navê demokrasiya azad em xwedî HDP’ê derbikevin.”    Gotinên strana Şerzat nivîsandî wiha ne:    H D P   HDP partiya gelan e   Şepal e azadiya jinan e   Dilşade biratiya gelan e   Bi berxwedan hêviya ciwanan e   Tev bi hev re bikevin qadan    Ji bona mafê mirovan    Bo jiyanek xweş û aram    Dengê xwe bidin HDP   Wa hatin ew namzetên gelê xwe ne    Di doza gel de nexşerêya    Rojê ne    Bi bawerî  evîndarê vê axê ne   Dilşadî mizgîniya    Azadiyê ne   Mil bi mil bidin hev rabin    Qeyd û bendan ser xwe rakin   Li nava gund  û bajêran    Ronahiya gel e HDP   Gotin û Awaz: ŞÊRZAT