Turan: Riya wekheviyê HDP ye 2018-06-08 09:19:01 MÊRSÎN- Namzetê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran got: “Rêbaza pêkanîna wekheviyê, li gorî yên herî mexdûr tê plankirin û ev yek jî bi HDP’ê pêkan e.”  Namzetê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, di sala 1971’ê de li Reşadiyeya Tokatê hatiye dine û bi awayekî çalak di nav têkoşîna çepgir û sosyalist de cih girtiye. Tûran, li Zanîngeha Ûlûdagê Fakulteya Tibê xwendiye û demekê Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst Demokrasiyê kir. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de namzetê HDP’ê yê Edeneyê bû hat hilbijartin, lê belê di hilbijartina 1’ê Mijdarê de nehat hilbijarrtin.    Tûran, destnîşan kir ku di warê aborî de li Mêrsînê pirsgirêkn gelekî mezin hene. Tûran, anî ziman ku di salên 90’î de piştî gund hatin şewitandin û cinayetên kiryar nediyar dest pê kirin gelek kes koçî Mêrsînê kirine.    Tûran got: “Mêrsîn bajorkeke biçûk a masîvana bûn, lê belê ji ber koçberiyê niha nifûsa wê bi milyona ye. Koçberiyên din bi piranî ji ber rewşa aborî ne, lê belê travmaya koçberiya ji ber şer, hîn jî bi awayekî didome. Hîn jî şertên jiyanê bi arîze ne. Yanî li vir problemeke zêde ya însanî û civakiyî heye.Bi hemwelatiya wekhev çareserkirina vê pirsgirêkê pêkan e. Li Edeneyê bajar wekî başûr û bakur hatiye perçekirin. Kesên rewşa wan baş lihêla bakur, yên nebaş jî li hêla başûr in. Liv ir jî hemn rewş heye, hema bêje bajêr wekî rojhilat û rojava hatiye perçekirin. Li deverên ku mirovên koçber bûne lê dijîn binerin û li ruyê din ê Mêrsînê binerin. Tê gotin Mêrsîn bajarekî xweş. Ji kesên ku wisa dibêjin, re dibêm werin em bi hev re li Mêrsînê bigerin, ka bê kîjan rû nîşanî wê tê kirin. Bi hêleke xwe ve pirsgirêkeke çînî ye. Çimkî mirovên ku jiyana li gettoyan li wan hatiye ferzkirin, di heman demê de mirovên kedkar in. Dê ev hemû çawa bên çareserkirin. Ev mesele tenê bi aboriyê nayên çareserkirin. Helbet aborî girîng e, lê li vir tişta esasî siyaset û demokrasi ye. Li vir li taxên ku em dengekî zêde jê digirin betalî gelekî zêde ye, ji sedî 17 ye. Xizanî jî wisa ye. Her wiha bikaranîna tiryakê û madeyên din jî li holê ye. Ev tişt, ji bo ciwan ji siyasetê dûr bikevin zanebûnî tên kirin. Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin û ciwan bi awayekî rihet û azad xwe bînin ziman ivê derfetên zanistî, hunerî, çandî û sportîf bên peydakirin. Lê belê kesên welat bi rê ve dibin, nêrîneke wan a wisa tune ye.”    ‘EM DOZA DEMOKRASIYÊ DIKIN’    Tûran, destnîşan kir ku di heman demê de bajar bajarê kedkaran û çandiniyê ye jî û got: “Divê li cihekî ku bi sed hezaran karker lê dixebitin rêxistinbûyîna sendîkayî û meclîsên karkeran lê xurt bin. Dê ev tor hem Mêrsînê bike bajarekî demokratîk hem jî dê di warê aborî de bajêr rihet bibe. Herî kêm dê rewşa kesên rewşa wan nebaş rihet bike û divê plan li gorî vê yekê bên kirin. Mînak, pirsgirêka me ya trafîkê gelekî zêde ye. Mînak, pergala biray û gihaniya nav bajêr wekî gelek deverên Tirkiyeyê li vira jî tune ye. Divê problemên bi vî rengî bi navendîkirina mirov û xwezayê bên çareserkirin. Ev yek di bernameya HDP’ê de bi awayekî aşker cih girtiye. Em bajêr nas dikin û loma daxwaza me ya ji bo demokrasiye heye. Çimkî li vî bajarî kesên herî mexdûr jin, ciwan, kedkar û bi cudahiyên xwe em in. Loma ne tiştekî bawerker e ku kesekî di qesra camî de bêje ez ê demokrasiye bînim.” Tûran got, rêbaza pêkanîna wekheviyê, li gorî yên herî mexdûr tê plankirin û ev yek jî bi HDP’ê pêkan e.