ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-08 09:00:37 * Li Muglayê ji 7 namzetên HDP’ê 4 jê jin in. Namzetên jin Sultan Ozcan û Husran Belgîn Koç, diyar kirin ku armanca wan ew e ku pêşiya Qanûna Bingehîn a Jinan vekin û gotin: “Bila jin welat bi rêve bibin. A niha dema jinan e. Em bang li jinan dikin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.” * Girtiyên di Girtîgeha Tîpa L a Pannosê dimînin, diyar kirin ku nîvê şevê hevalekî wan krîza dil derbas kiriye û ji bo wî bibin nexweşxaneyê gazî rayedarên girtîgeh kirine, lê belê midurê duyemîn ê girtîgehê gotiye: “Eger nemire wî nebin.”   * Namzetê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran got: “Rêbaza pêkanîna wekheviyê, li gorî yên herî mexdûr tê plankirin û ev yek jî bi HDP’ê pêkan e.”    * Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku parlementerên mêr tim du meclîsê de şer dikin û got: “Em jin ji bo vê yekê biguherînin tên.”    * Namzeta HDP’ê ya herî ciwan Sema Guneş, diyar kir ku ji bo bibe dengê ciwan û jinan bûye namzet û got: “Di 24’ê Hezîranê de eger dengên me neyên dizîn ez ê li Meclîsê bim.”    * Li Yenîkoya Arnavûtkoyê ji karkerên ku karê balye û kayê de dixebitin Huseyîn Soner bal kişand ser krîza aborî û got: “Em rojekê dixebitin, 7 rojan naxebitin.”   * Malbatên ku di dema Serhildana Agiriyê de sirgûnî gundê Çataltepe yê Edîrneyê hatin kirin, diyar dikin ku wan hem zimanê xwe hem jî çanda xwe parastiye. Yên sirgûnî Çatlkoyê hatin kirin, diyar kirin ku kesên nû ewilî hatine sirgûnkirin ne sax in. Her wiha gotin, ew tim dengê xwe didin partiyên kurdan û ew ê div ê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin HDP’ê.    * Serokê Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin Cahît Bozbay, ji bo sozên ku Serokwezîr Yildirim di mîtînga Wanê de dan got: “Ev 5 hilbijartinên AKP heman sozan dide.”    * Mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan a li Amedê qels derbas bû. Derket holê ku penaberên Sûriyeyê bi berdêla zexîreyan qanih kirin e û birine mitîngê.    *  Namzetê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, diyar kir ku AKP'ê li Wanê zextên gelek zêde pêş xistin û we dixwazin li dijî van zextan 8 wekilan derxin û wiha got: "Ez bawer dikim ku gelê me dê li tenişta HDP'ê raweste û dengê xwe bide HDP'ê.    * Hunermend Şerzat, bi armanca di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP’ê, stranek bi Kurdî û Tirkî nivîsand.    * Yekemîn Danişîna doza 12 xwendekarên Zanîngeha Dicle yên ku di pîrozbahiya Newrozê de fîkandin û bi fîkandinê "Çerxa Şoreşê" gotin, hatin binçavkirin rastî lêpirsînê hatin, heta 27,5 salan ceza ji wan tê xwestin dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.30)   * Meclîsen Pêvajoya hilbijartinê dê bi gotina "Deng bide û neçe, li sindoqê xwedî derkeve" li Parka Maçka daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Danişîna namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (14.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li navçeyên Qereyazî û Xinisê yên ERziromê bi gel re bê cem hev. (13:00-17:00)