Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin 2024-11-25 13:47:40 NAVENDA NÛÇEYAN  - Serokwezîrê Iraqê ragihand ku nifûsa welêt gihiştiye 45 milyon û 407 hezar û 495 kesan.  Di 20’ê mijdarê de li seranserê Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê serjimêriya giştî piştî 27 salan hate lidarxistin. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi daxuyaniyek çapemeniyê encama serjimêriya niştecihên Iraqê ji raya giştî re belav kir. Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bi hevarkiya welatiyan û rêxistinên navnetweyî, karîne karê serjimêriyê serkeftî temam bikin. Sudanî diyar kir ku li gorî bîlançoyan hejmara niştecihên Iraqê gihiştiye 45 milyon û 407 hezar û 495 kesan li gel biyanî û penaberan.   Her wiha Sudanî qala hejmara rêgezên mêr û jin ên li Iraqê jî kir û wiha got: “Li Iraqê 22 milyon û 784 hezar û 62 mêr ku dike ji sedan 50.1 û 22 milyon û 623 hezar û 833 jin ku ew jî dike ji sedan 49.9 kes hene. Hejmara malbatan jî gihiştiye 7 milyon û 898 hezar û 588’an. Hejmara navîn a malbatan 5.3 kes bûn. Rêjeya malbatên ku jin serkêşî dikir ji sedan 11.33 bûn û rêjeya malbatên mêr serkêşî dikir jî ji sedan 88.67 bûn.”   Di daxuyaniyê de Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku ji sedan 70.3 niştecihên bajaran û ji sedan 29.7 jî niştecihên gundan bûn. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî spasiya welatiyan kir ku li gorî qedexeya derketina derve tevgeriyan û bi tîmên serjimêriyê re hevkariyê kirin.