ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir 2024-11-25 13:46:45   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ji bo berdana rêvebera ÎHD’ê Hatîce Onaran bang kir û got divê her kes li dijî vê neheqiyê dengê derxîne.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê ji bo rêvebera ÎHD’ê Hatîce Onaran (60) a ji sedî 19 astengdar û ji ber pere ji hevjînê xwe û çendek girtiyan re şandiye bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” hatiye kirin daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya şaxê hate lidarxistin û pankarta “Dawî li zexta darazê ya li ser parastvanên mafên mirovan bînin” hate daliqandin.    Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku pereyê ji girtiyan re tê şandin li gorî qanûnan li hesabên girtiyan tên şandin, ev pere di bin kontrola rêveberiya girtîgehê de ye, di bin kontrola rêveberiya girtîgehê de tê bikaranîn û ji ber van sedeman jî nabe ku şandina pereyan weke sûc were nîşandan.    Nûray Çevîrmen, diyar kir ku Hatîce Onaran ji 4’ê çileyê ve tedawiya penceşêra rûviya stûr dibe, rapora wê ya “Ji sedî 79 astengdar e” heye, pêdiviya wê bi cihekî hîjyenîk û tedawiyeke baş heye, şertên girtîgehê penceşêrê zêdetir dike û tu bingeheke biryara girtina Hatîce Onaran nîne. Nûray Çevîrmen bang li Wezareta Dadê, Serokatiya Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî û Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kir ku vê bêhiqûqtiyê ji holê rakin û bang li baroyan, yekitiya baroyan, saziyên lêgerîna edalet û demokrasiyê dikin û saziyên siyasî kir ku dengê xwe bilind bikin. Nûray Çevîrmen xwest ku Hatîce Onaran tavilê were berdan.