Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn 2024-11-25 13:24:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryara wezareta karên hundir li 5 şaredariyên DEM Partiyê û li 2’yên CHP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Karê ewil ê qeyûman jî bû hedefgirtina kurdî û navendên jinan.    Îktîdara AKP-MHP’ê piştî hewldana derbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an, bi sererastkirineke qanûnî re rêya tayînkirina qeyûman vekir. Piştî vê guherînê, di sala 2016’an de li şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di sala 2019’an de jî li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qeyûm tayîn kir. Sepana qeyûman, piştî hilbijartina 31’ê adara 2024’an jî berdewam kir.    Bi biryara wezareta karên hundir re di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin. Piştre jî li Şaredariya Esenyurtê ku bi rêya “Lihevkirina bajar” hatibû qezenckirin û di bin rêveberiya CHP’ê de bû, qeyûm hat tayînkirin. Di 4’ê mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê qeyûm hatin tayînkirin. Herî dawî di 22’yê mijdarê de jî li Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê û li Şaredariya Pulurê ya CHP’î qeyûm hatin tayînkirin.    Qeyûmên li şaredariyên DEM Partî û CHP’ê hatin tayînkirin weke karê ewil şaredarî veguherandin qereqolan. Qeyûman, dora avahiyên şaredariyan bi bariyerên hesin û betonê dorpêç kirin. Demekî kin piştre jî êrişî kurdî û saziyên jinan kirin.    COLEMÊRG   Li şûna Hevşaredarên Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe, waliyê bajar Alî Çelîk hate tayînkirin. Dora şaredariyê bi bariyerên polîsan hate dorpêçkirin. Cîhazê X-Rayê û polîs li ketina şaredariyê hatin bicihkirin. Malpera şaredariyê hate guherandin û hemû peyvên bi kurdî hatin jêbirin. Meclisa şaredariyê hate feshkirin û ketina endamên meclisê ya şaredariyê hate qedexekirin. Gelek kesên DEM Partiyê girtibû kar jî ji kar hatin derxistin.    ESENYURT    Dora Şaredariya Esenyurtê bi bariyerê polîsan hate dorpêçkirin. Qeyûm Can Aksoy demekî kin piştî biryarê çû odeya meqamê û wêneyê xwe parve kir. Aksoy ê wêneyên Erdogan li odeya xwe daliqand, nehişt endamên meclisê bikevin hundir. Kesên tayînkirina qeyûm protesto kirin jî rastî tundiya polîsan hatin. Gelek peywirdarên şaredariyê ji peywirê hatin girtin û li şûna wan xebatkarên qeymeqamtiyê hatin bicihkirin.    MÊRDÎN   Waliyê bajar Tuncay Akkoyun weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin. Qeyûm, şaredarî veguherand qereqola polîsan. Li pêşiya şaredariyê TOMA û wesayîtên bizirx hatin bicihkirin. Li avahiya şarederiyê kamerayên nû hatin bicihkirin. Gelek rêveberên di dema DEM Partiyê de hatin peywirdarkirin ji peywirê hatin girtin û li şûna wan kesên ji saziyên fermî hatin bicihkirin.    Qeyûm Akkoyun weke karê ewil wêneyê xwe li malpera înternetê ya şaredariyê bar kir. Piştre jî wêneyê Erdogan li şaredariyê daliqand. Qeyûmê ku nehişt civîna Meclisa Şaredeariyê were lidarxistin, tevî hevşaredaran nehişt nêzî 40 kes bikevin şaredariyê. Hesaba Instagramê ya bi zimanên kurdî, tirkî, erebî û suryankî jî hate girtin.    XELFETÎ   Qeyûmê Şaredariya Xelfetiyê Hakan Başoglû jî bi barkirina wêneyên xwe ya li malperên şaredariyê dest bi kar kir. Ji hesaba şaredariyê ya X’ê nivîsên bi kurdî kurdî jê bir. Piştî bertekan dîsa ew gotin lê bar kir. Şaredarî veguherand qereqolê. Nehişt endamên meclisê bikevin şaredariyê. Kolana 15 esnaf lê ne bi bariyetan girt.    ÊLIH   Waliyê bajar Ekrem Canalp weke qeyûm li Şaredariya Êlihê hate barkirin. Tevahiya rêyên diçin avahiya şaredariyê bi bariyerên polîsan hatin girtin. Li ser malpera înternetê kurdî hate jêbirin. Derheqê karkerên tev li proetestoya qeyûm bûn lêpirsîn da destpêkirin. Afîşa “Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat” li ketina şaredariyê daliqand. Cîhazê X-Rayê yê di serdema DEM Partiyê de hatibû rakirin dîsa anî. Polîs di ketina şaredariyê de kontrolê dikin û koordînatora jin a Midûriyeta Jinan a girêdayî Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê j peywirê girt. Li şûna wê psîkolog Recep Taşkin peywirdar kir. Ji tabeleya Kompleksa Werzîşê ya Jinan nivîsa bi kurdî rakir. Li şûna wê bi tirkî tabeleya “Kompleksa Şaredariya Êlihê” daliqand. Li şûna rengên xemrî, rengên sor û spî bi kar anî.    DÊRSIM Û PULUR    Rêyên ber bi şaredariyên Dêrsim û Pulurê ve diçûn bi bariyerên beton hatin girtin. Waliyê bajar Bulent Tekbiyikoglû navê şaredariyê li şûna “Dêrsimê” weke “Tuncelî” guherand.    MA / Ahmet Kanbal