KCD ji bo Ocalan bang lezgîn li CPT’ê kir 2017-10-15 15:12:25 AMED – KCD’ê ji bo tendirustî û ewlehiya Ocalan banga lezgîn li sazî û dezgên navneteweyî kir û wiha got: “Di nava  pêvajoya derbas bûyî de  divê CPT’î dest bi nêzîkatiyên xwe yên bi demê re hiştin ber de û dimildest xwedî li erk û berpirsiyartiya xwe derbikeve.”  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Hewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîtê de tê girtin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCD’ê wiha hat got: “Ev 3 sale destûr nadin ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ligel hemû bangên gelê me û civaka navneteweyî, her ku diçe tecrîda girankirî didomîn in. Di van rojên dawî de hinek îdîayên di tora civakî de belav bûn, mirovan dixin nava gumanê. Divê dimildest bi gelê me û civaka navneteweyî bidin bawer kirin ku ev îdîa nerastin. Daxuyaniyên Serdozgeriya Komerê ya Bursayê yên têkildarî îdîayan heta bêje seranser û di ser guhê xwe re avêtiye.      DIVÊ WEZARETA DADÊ BIKEVE TEVGERÊ    Mijareke wiha  ji bo gelê me pir jiyanî ye bi daxuyaniyên sivik dê nikaribin ser mijarê bigirin. Ji bo vê jî, bi rengekî pir lezgîn divê Wezareta Dadgehê bikeve navatevger û hewldanê da ku ji fikarên gelê me re bibe bersiv. Ev jî, bêyî ku bi derengî bikeve, bi hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzer û malbatên wî re pêkan e. Her wiha ji bo ku bi lezgînî bikeve dewrê em bang li CPT'yê dikin. Divê CPT dev ji helwesta xwe ya berê ku li zemên belav dike biqere, bi hişmendî û bihistyariya ku ev mesele ji bo Kurdan tê çi maneyê, her wiha ji bo peywir û berpirsyariya xwe, bi rengekî lezgîn divê tevbigere. Em bang li civaka navnetewî jî dikin bihistyar bin da ku CPT û hikûmeta AKP’ê tevbigerin.   Em hewceyî pê dîbinin ku careke dî bibêjin, jiyan, tendirustî û azadiya Ocalan ji bo hemû gelên mezopotamyayê mijarek girîng û jiyanî ye. Di serî de gelê me, em bang li hemû gelên Tirkiye û mezopotamyayê dikin ku ji bo Ocalan, bihistyar bin û bikevin nav tevgerê."