Malbatên Roboskî di hefteya 336'an de lêgerîna edaletê berdewam kirin 2018-06-07 19:24:26   ŞIRNEX - Malbatên Roboskî di hefteya 336’an de lêgerîna edaletê berdewam kirin. Malbatan got: “Ji bo guherandina rêveberiyek ji edalet û hiqûqê dûrketî , hilbijartina 24’ê Hezîranê fersend û rêyeke.”   Malbatên 34 kesên di bomberdûmana balafirên şer ên di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî hatin qetilkirin di hefteya 336’an de jî lêgerîna edaletê dewam kirin. Malbat vê hefteyê jî çûn ser gorên zarokên xwe. Velî Encû li ser navê malbatan axivî û bal kişand di warê ronîkirina edaletê de hê tu gav nehatiye avêtin û diyar kir ku her roja diçe edalet zêdetir dibe. Encû bibîr xist ku li pêşberî daxwaza wan a edaletê ev bi hefteyan e ti bersivek nehatiye dayîn û got: “Ev nîşaneya nebûna edalet û hiqûqê ye.” Encû destnîşan kir ku ji bo guherandina rêveberiyek ji edalet û hiqûqê dûrketî , hilbijartina 24’ê Hezîranê fersend û rêyeke û got: “Ev 336 hefte ne li ser goran bi êş û çavek girî, êşa ku bi me dayî jiyîn wê di sindoqan de gel diyar bike.”   Encû diyar kir ku heta edalet pêk bê û berpirs bên cezakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.