Namzeta HDP'ê Cemîle Aydin: HDP projeya Ocalan e 2018-06-07 18:35:32     ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê li navçeyên Karabaglar û Gaziemîr yên Îzmirê buroyên hilbijartinê yên jinan vekir. Namzeta HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, diyar kir ku ji bo rê li pêş tundiyê bigirin, dê rê li pêş hişmendiya mêr bigirin û hişmendiya dewletê di sindoqê de veşêrin. Dayika Meclîsa Aştiyê Cemile Aydin jî diyar kir ku HDP projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ew tu car bi girtinê xelas nabin.    Ji hilbijartina 24'ê Hezîranêre 17 roj man. Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê di çarçoveya xebatên hilbijartinê li navçeyên Karabaglar û Gazîemîrê yên Îzmirê buroyên hilbijartinê yên jinan vekir. Endam, rêveber û namzetên HDP'ê yên Îzmîrê li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi tevlêbûna dehan maşîneyan ku ji ajokarên jin pêk dihat, derbasî buroya hilbijartinê ya navçeya Karabaglarê bûn. Jinên li vir bi çepik û tilîlîyan karwan pêşwazî kir. Dema karwan derbas dibû, jin li avahiyên nêzî kolanan derketin eywanan û piştgirî dan. Jinên li vir kom bûn li ber muzîkê stran gotin û govend gerandin. Di vekirina buroyê ne namzeta HDP'ê Rahime Turan, diyar kir ku ger jin bixwaze dikare her tiştî bike û xwest her kes ji bo Ceylan û kesên din hatin kuştin biçin ser sindoqê û dengê xwebidin.    Namzeta HDP'ê Serpil Kemalbay jî diyar kir ku ew dê dawî li dîktatoriyê bînin wiha got: "Ji bo rê li pêş tundiyê bigirin, emê rê li pêş hişmendiya mêr bigirin û hişmendiya dewletê di sindoqê de veşêrin. Li dijî dewleta ku dixwaze jin çawa li xwe bikin û çend zarokan bînin rû bi rû ne. Em jinên kurd, tirk, ereb û zimanên cuda ji bo heman armancê têkoşîna hevpar didin. Divê her kes tev li vê hilbijartinê bibe û dengê xwe bidin.   HDP PROJEYA RÊBERÊ PKK'Ê ABDULLAH OCALAN E   Dayika Meclîsa Aştiyê Cemile Aydin jî diyar kir ku HDP projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ew me digirin. Lê em bi girtinê xelas nabin. Ew me difetisinin, lê em bi ser dikevin. Em tu car xelas nabin."    Namzeta HDP'ê ya Îzmirê Îdîl Ugurlu jî diyar kir ku projeya HDP'ê ya jin, ciwan û astengdarên e û projeay Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    Jinan piştî buroyên hilbijartinê vekir bi boneya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan pêşwazî bikin derbasî Balafirgeha Adnan Menderes bûn. Buldan, dê taxa Kadiriye ya Konake bi hilbijêran re bê cem hev.